Gelek kes ku di nava wan de zarok jî hebûn di êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên 23ˋyê Cotmehê li dijî bajarê Til Rifetê pêk anîn de şehîd bûn. Cenazeyê Sekîne Îsmayil a ku di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bû li Şehîdgeha Şehîd Zozan Amanos a bajarokê Fafînê ya kantona Şehbayê hat veşartin.
‘EM Ê BI RUHÊ ŞEHÎDAN LI BER XWE BIDIN’
Di merasîmê de endama rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Kantona Efrîn û Şehba Ayşe Hemelîko axivî û êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û şehîdên komkujiya Til Rifetê bi bîr anîn.
Ayşe Hemelîko wiha axivî: “Em ê têkoşînê bidomînin û bi rihê şehîdan li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker bisekinin.”
Li aliyekî din jî endamê Saziya Olî ya kantona Efrîn û Şehba Reşad Hebeş axivî û got: “Bi rihê şehîdan, fikir û feslefeya Rêber Abdullah Ocalan em ê têkoşîn û berxwedanê bidomînin. Ji ber ku em xwediyê maf û dozê ne.”
Di dawiyê de wesîqeya şehîd hatin xwendi nû radestî malbatê hat kirin.