Bi merasîmeke heybet cenazeye Şehîd Diyar Mihmed bi nasnav Simko Dilpak li Binarê Qendîlê bi tevlîbûna malbatên şehîdan, welatparêz û gelek kesî hate veşartin.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan destpê kir.
Piştre Wehab Ehmed peyama Komîteya Şehîdan xwend. Di peyamê de bal kişand ser rol û têkoşîna şehîd Simko û weke mînaka fedekarî hate pênasekirin.
Di dewama merasîmê de li ser navê malbata şehîd ji aliyê Hesen Pişder ve hate xwendin. Malbatê anî ziman ku ew bi zarokê xwe serbilinde û got: ‘Emê li ser şopa Şehîd Simko û hemû şehîdên Kurdistanê bimeşin. Em çeka wan û rêya wan bernadin.”
Piştre Hevserokê Mecilsa Gel ya Binarê Qendîlê Aram Hisên peyamek da û got: “Qendîl kelha berxwedanê ye. Pêşwaziya zarokên leheng dike. Şehîd Simko bû dîroka zindî ya vê axê.”
Di dewama merasîmê de helbestvan Şêx Mihemed Bestê û Dildar Xesrew helbest gotin.
Di dawiya merasîmê de jî bi dirûşma ‘Şehîd Namirin’ cenazeye Şehîd Simko veşartin.
Şehîd Diyar Mihemed (Simko Dilpak) sala 2019’an tevlî nava refên gerîla bibû û 13’ê Mijdara 2024’an li Rojavayê Kurdistanê şehîd bibû.

