Sêşem, 24 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 24’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Şehîd Celal Gok piştî 9 salan radestî malbatê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulistan Kiliç Koçyîgît: Rêveberiyên girtîgehan li gorî pêvajoyê tevnagerin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di nobeta ji bo girtiyên nexweş de peyama Rêber Apo hate xwendin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran ji bo girtiyên nexweş çalakî hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bila Melîke Goksu ya ku 3 caran berdana wê hat astengkirin serbest bê berdan’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ÎHD’ê Rapora Binpêkirina Mafên Zarokan eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Farqînê li şikefta sê qatî gelek hestiyên mirovan hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Em şehîdên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê bi hurmet bi bîr tînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê semînerên 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi avabûna PKK’ê re gelê Kurd hebûna xwe nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê li Awdananê Hazim Haşîmî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Kerkûkê komkujî û şantaja sîberê ya li ser jinan hat nîqaşkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê Pêngava ‘Hemû Rojek 25’ê Mijdarê ye’ ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan beriya 25’ê Mijdarê li bajarên cuda çalakiyên piştevaniyê li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê binpêkirina mafan a li hemberî jinan didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Rojhilatî daxwaza wekheviya qanûnî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin bi rêxistinbûn û xweparastinê dikarin azad bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Çaglar Demîrel: Heta ku dewlet gavên şênber neavêje, nikare baweriyê di nav civakê de çêbike
Rojane

Çaglar Demîrel: Heta ku dewlet gavên şênber neavêje, nikare baweriyê di nav civakê de çêbike

Siyasetmedar Çaglar Demîrel got ku her çiqasî aliyê Kurd derbarê pêvajoyê de gav avêtine jî, dewletê hîn gavên şênber û pêbawer neavêtiye û anî ziman ku ji bo pêşvebirina pêvajoyê bêyî dereng bimîne divê gavên qanûnî û pratîkî bên avêtin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Nîsan 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

“Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” ku ji hêla Rêber Apo ve hatiye destpêkirin, zêdetirî salekê li pey xwe hişt. Tevî ku tê gotin ku Tevgera Azadiya Kurd di çarçoveya pêvajoyê de gavên cûrbecûr avêtine jî, balkêşe ku desthilat û dewletê bi taybetî derbarê verastkirina qanûnan de gavên şênber neavêtine. Siyasetmedar, parêzer û gelê Kurd diyar dikin ku divê dewlet demildest gavên qanûnî yên pêwîst bavêje da ku pêvajo bi awayekî bi rêkûpêk û bilez pêşve biçe.

 

Siyasetmedar û aktîvîsta TJA’yê Çaglar Demîrel derbarê pêşketinên di pêvajoya aştiyê de tên jiyîn û gavên ku divê bên avêtin ji ANF’ê re nirxand.

‘DAXUYANIYA 27’Ê SIBATÊ NOQTEYEKE GERÎNG E’

Çaglar Demîrel diyar kir ku pêşketinên heta niha derketine holê divê bi awayekî giştî werin nirxandin û anî ziman ku daxuyaniya 27’ê Sibatê noqteyeke girîng e û wiha pê de çû: “Dema ku em serdema berî 27’ê Sibatê û piştî wê bi hev re dinirxînin, em dibînin ku têkoşîna ku bi salan e tê meşandin derbasî qonaxek nû bûye. Muxatabgirtina Birêz Ocalan ne rewşeke nû ye, lê di qonaxa ku îro de, ew hem ji bo Tirkiyeyê û hem jî ji bo Rojhilata Navîn wateyek berfirehtir hildigire. Pirsgirêk êdî ne tenê li Tirkiyeyê çareserkirina pirsgirêka Kurd e, lê bûye hevkêşeyek herêmî û heta kûrewî.”

Çaglar Demîrel bal kişand ser pêşketinên li Rojhilata Navîn û got, “Pêvajo gihîştiye astek navneteweyî. Dema ku têgeha şerê li Rojhilata Navîn, destwerdanên hêzên kûrewî û têkoşîna ku ji hêla Kurdan ve tê meşandin bi hev re têne nirxandin, tê dîtin ku Kurd niha di vê hevkêşeyê de aktorek diyarker in. Ji ber vê yekê, ev pêvajo ne tenê meseleya siyaseta navxweyî ye, di heman demê de meseleya aştiya herêmî ye jî.”

‘BANG CIHÊ XWE GIRT LÊ DEWLETÊ GAV NAVÊT’

Çaglar Demîrel destnîşan kir ku bangên ku ji hêla Rêber Apo ve hatine kirin li her derê cihê xwe girtine û ji ber dewlet gavên şênber neavêtiye dewletê rexne kir û wiha berdewam kir: “Peyamên ku ji hêla Birêz Ocalan ve hatine şandin, tevî şert û mercên herî dijwar ên tecrîdê jî, bê kêmanî û di dema xwe de hatine bicihanîn. Me dît ku ev bang ji hêla PKK’ê ve di pratîkê de hatin sepandin. Ev ne tenê ji bo Kurdan, di heman demê de ji bo raya giştî ya Tirkiye û cîhanê jî pêşveçûnek balkeş bû. Lê tevî îradeyek wiha zelal dewletê gavek şênber jî neavêtiye.”

‘KOMÎSYONA MECLISÊ GIRÎNG E LÊ TÊRÊ NAKE’

Çaglar Demîrel anî ziman ku komîsyona ku li Meclisê hatiye avakirin gaveke girîng lê têrê nake û got, “Bi salan e em dibêjin ku divê li Meclisê çareserî were dîtin. Di vî warî de, avakirina komîsyonê girîng e. Lê gelek kêmasî hene, ji temsîliyeta kêm a jinan di komîsyonê de bigire heya nêzîkatiya kesên hatine vexwendin. Ya herî girîng jî pirsgirêka derbarê ziman de hat jiyîn. Ji ber ku Kurdî hîn jî  li Meclisê tê astengkirin, nehiştin dayikên aştiyê bi zimanê xwe biaxivin, di civakê de şikestinek cidî çêdike. Ev rewş bi îradeya çareseriyê re nakok e.”

‘CIVAK NE LI GOTINÊ, LI GAVÊN ŞÊNBER DINÊRE’

Çaglar Demîrel diyar kir ku civak bi baldarî nêzî pêvajoyê dibe û ji ber ezmûnên berê bawerş çêbûye û wiha pê de çû: “Civak bi rastî dixwaze ku ev pêvajo bi ser bikeve. Lê ji ber tiştên ku di demên berê de qewimîne, bi baldarî nêzî wê dibe. Mirov niha ne li gotinan li gavên şênber dinêrin. Ne gotinên dewletê, gavên ku bavêje diyarker e. Heta niha di vî alî de me gaveke xurt nedîtiye.”

‘GUHERTINA QANÛNAN HATIYE REWŞEKE MECBÛRÎ’

Demîrel diyar kir ku qonaxa duyemîn a pêvajoyê dest pê kiriye û anî ziman ku verastkirinên qanûnî êdî mecbûrî ne û wiha berdewam kir: “Divê di serî de Qanûnên Cezayê, TMK û CMK bên guhertin. Heta ku ev guhertin pêk neyên, rêya siyaseta demokratîk nayê vekirin. Ger bêbandorkirina çekan tê nîqaş kirin, wê demê divê siyaseta demokratîk bê xurtkirin. Ev pêdivîyek e.”

DAXWAZA HERÎ SEREKE AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO YE

Çaglar Demîrel diyar kir ku yek ji mijarên herî krîtîk ên pêvajoyê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye û got, “Civakê ji destpêka pêvajoyê ve li ser vê mijarê daxwazeke zelal daniye holê. Daxwaza herî sereke ya civakê azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan e. Ev daxwaz di pîrozbahiyên Newrozê de bi zelalî hat îfadekirin. Ji aliyekî ve muxatab dibînin û danûstandinan dimeşînin, ji aliyê din ve jî berdewamkirina şert û mercên tecrîdê nayê qebûlkirin. Ger ev pêvajo pêş bikeve, divê ev nakokî ji holê bê rakirin. Di biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) de cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ mecbûrî ye. Biryarên DMME’yê zelal in. Rewşa heyî ya cezayê heta hetayê ya girankirî li dijî qanûna navneteweyî ye. Mafê hêviyê ne tenê rverastkirineke hiqûqî ye, di heman demê ji bo aştiya civakî gaveke girîng e. Ji bo Tirkiye wê bi cih bîne tu hinceteke wê tuneye.”

‘DIVÊ ÊDÎ JI BO PÊVAJOYA QANÛNÎ GAV BÊN AVÊTIN’

Çaglar Demîrel detnîşan kir ku ji bo pêşvebirina pêvajoyê bêyî ku dereng bimînin divê gavên şênber bên avêtin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em behsa pêvajoyeke ku zêdetirî salek û nîv e didome dikin. Di vê pêvajoyê de, tiştên ku dikevin ser milê aliyê Kurdan bi cih anîn. Lê ji ber ku dewlet gavên şênber neavêtiye ev yek rê li ber pirsgirêkên cîdî vedike. Ger aştî û civaka demokratîk bê avakirin, ev yek bi gavên bi hev re pêkan e. Êdî ne dema li bendêbûnê ye, dema bicihanînê ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 11’Ê NÎSANA 2026’AN
Nûçeya Pişt re ‘Divê gavên pratîk zêdetir neyên derengxistin’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li gundewarê Hesekê êrîş: 2 leşkerên hikûmeta demkî hatin kuştin

Di êrîşeke çekdarên nenas de li gundewarên Hesekê, 2 leşkerên hikûmeta demkî hatin kuştin û…

Ji aliyê Stêrk TV

Dadgeha Navneteweyî ya Sîber

Hêvîyek hebû ku gerdûnîbûn dê li seranserê cîhanê derî li diyalogek adil û wekhev veke…

Ji aliyê Kurdistan LEZGIYEVA

Selçûk Kozagaçli dîsa hate girtin

Serokê Rûmetê yê ÇHD'ê Selçûk Kozagaçli li ser îtîraza dozger dîsa hate girtin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

ROJEVA 24’Ê MIJDARA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Cenazeyê Şehîd Celal Gok piştî 9 salan radestî malbatê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Gulistan Kiliç Koçyîgît: Rêveberiyên girtîgehan li gorî pêvajoyê tevnagerin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di nobeta ji bo girtiyên nexweş de peyama Rêber Apo hate xwendin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?