“Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” ku ji hêla Rêber Apo ve hatiye destpêkirin, zêdetirî salekê li pey xwe hişt. Tevî ku tê gotin ku Tevgera Azadiya Kurd di çarçoveya pêvajoyê de gavên cûrbecûr avêtine jî, balkêşe ku desthilat û dewletê bi taybetî derbarê verastkirina qanûnan de gavên şênber neavêtine. Siyasetmedar, parêzer û gelê Kurd diyar dikin ku divê dewlet demildest gavên qanûnî yên pêwîst bavêje da ku pêvajo bi awayekî bi rêkûpêk û bilez pêşve biçe.
Siyasetmedar û aktîvîsta TJA’yê Çaglar Demîrel derbarê pêşketinên di pêvajoya aştiyê de tên jiyîn û gavên ku divê bên avêtin ji ANF’ê re nirxand.
‘DAXUYANIYA 27’Ê SIBATÊ NOQTEYEKE GERÎNG E’
Çaglar Demîrel diyar kir ku pêşketinên heta niha derketine holê divê bi awayekî giştî werin nirxandin û anî ziman ku daxuyaniya 27’ê Sibatê noqteyeke girîng e û wiha pê de çû: “Dema ku em serdema berî 27’ê Sibatê û piştî wê bi hev re dinirxînin, em dibînin ku têkoşîna ku bi salan e tê meşandin derbasî qonaxek nû bûye. Muxatabgirtina Birêz Ocalan ne rewşeke nû ye, lê di qonaxa ku îro de, ew hem ji bo Tirkiyeyê û hem jî ji bo Rojhilata Navîn wateyek berfirehtir hildigire. Pirsgirêk êdî ne tenê li Tirkiyeyê çareserkirina pirsgirêka Kurd e, lê bûye hevkêşeyek herêmî û heta kûrewî.”
Çaglar Demîrel bal kişand ser pêşketinên li Rojhilata Navîn û got, “Pêvajo gihîştiye astek navneteweyî. Dema ku têgeha şerê li Rojhilata Navîn, destwerdanên hêzên kûrewî û têkoşîna ku ji hêla Kurdan ve tê meşandin bi hev re têne nirxandin, tê dîtin ku Kurd niha di vê hevkêşeyê de aktorek diyarker in. Ji ber vê yekê, ev pêvajo ne tenê meseleya siyaseta navxweyî ye, di heman demê de meseleya aştiya herêmî ye jî.”
‘BANG CIHÊ XWE GIRT LÊ DEWLETÊ GAV NAVÊT’
Çaglar Demîrel destnîşan kir ku bangên ku ji hêla Rêber Apo ve hatine kirin li her derê cihê xwe girtine û ji ber dewlet gavên şênber neavêtiye dewletê rexne kir û wiha berdewam kir: “Peyamên ku ji hêla Birêz Ocalan ve hatine şandin, tevî şert û mercên herî dijwar ên tecrîdê jî, bê kêmanî û di dema xwe de hatine bicihanîn. Me dît ku ev bang ji hêla PKK’ê ve di pratîkê de hatin sepandin. Ev ne tenê ji bo Kurdan, di heman demê de ji bo raya giştî ya Tirkiye û cîhanê jî pêşveçûnek balkeş bû. Lê tevî îradeyek wiha zelal dewletê gavek şênber jî neavêtiye.”
‘KOMÎSYONA MECLISÊ GIRÎNG E LÊ TÊRÊ NAKE’
Çaglar Demîrel anî ziman ku komîsyona ku li Meclisê hatiye avakirin gaveke girîng lê têrê nake û got, “Bi salan e em dibêjin ku divê li Meclisê çareserî were dîtin. Di vî warî de, avakirina komîsyonê girîng e. Lê gelek kêmasî hene, ji temsîliyeta kêm a jinan di komîsyonê de bigire heya nêzîkatiya kesên hatine vexwendin. Ya herî girîng jî pirsgirêka derbarê ziman de hat jiyîn. Ji ber ku Kurdî hîn jî li Meclisê tê astengkirin, nehiştin dayikên aştiyê bi zimanê xwe biaxivin, di civakê de şikestinek cidî çêdike. Ev rewş bi îradeya çareseriyê re nakok e.”
‘CIVAK NE LI GOTINÊ, LI GAVÊN ŞÊNBER DINÊRE’
Çaglar Demîrel diyar kir ku civak bi baldarî nêzî pêvajoyê dibe û ji ber ezmûnên berê bawerş çêbûye û wiha pê de çû: “Civak bi rastî dixwaze ku ev pêvajo bi ser bikeve. Lê ji ber tiştên ku di demên berê de qewimîne, bi baldarî nêzî wê dibe. Mirov niha ne li gotinan li gavên şênber dinêrin. Ne gotinên dewletê, gavên ku bavêje diyarker e. Heta niha di vî alî de me gaveke xurt nedîtiye.”
‘GUHERTINA QANÛNAN HATIYE REWŞEKE MECBÛRÎ’
Demîrel diyar kir ku qonaxa duyemîn a pêvajoyê dest pê kiriye û anî ziman ku verastkirinên qanûnî êdî mecbûrî ne û wiha berdewam kir: “Divê di serî de Qanûnên Cezayê, TMK û CMK bên guhertin. Heta ku ev guhertin pêk neyên, rêya siyaseta demokratîk nayê vekirin. Ger bêbandorkirina çekan tê nîqaş kirin, wê demê divê siyaseta demokratîk bê xurtkirin. Ev pêdivîyek e.”
DAXWAZA HERÎ SEREKE AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO YE
Çaglar Demîrel diyar kir ku yek ji mijarên herî krîtîk ên pêvajoyê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye û got, “Civakê ji destpêka pêvajoyê ve li ser vê mijarê daxwazeke zelal daniye holê. Daxwaza herî sereke ya civakê azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan e. Ev daxwaz di pîrozbahiyên Newrozê de bi zelalî hat îfadekirin. Ji aliyekî ve muxatab dibînin û danûstandinan dimeşînin, ji aliyê din ve jî berdewamkirina şert û mercên tecrîdê nayê qebûlkirin. Ger ev pêvajo pêş bikeve, divê ev nakokî ji holê bê rakirin. Di biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) de cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ mecbûrî ye. Biryarên DMME’yê zelal in. Rewşa heyî ya cezayê heta hetayê ya girankirî li dijî qanûna navneteweyî ye. Mafê hêviyê ne tenê rverastkirineke hiqûqî ye, di heman demê ji bo aştiya civakî gaveke girîng e. Ji bo Tirkiye wê bi cih bîne tu hinceteke wê tuneye.”
‘DIVÊ ÊDÎ JI BO PÊVAJOYA QANÛNÎ GAV BÊN AVÊTIN’
Çaglar Demîrel detnîşan kir ku ji bo pêşvebirina pêvajoyê bêyî ku dereng bimînin divê gavên şênber bên avêtin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em behsa pêvajoyeke ku zêdetirî salek û nîv e didome dikin. Di vê pêvajoyê de, tiştên ku dikevin ser milê aliyê Kurdan bi cih anîn. Lê ji ber ku dewlet gavên şênber neavêtiye ev yek rê li ber pirsgirêkên cîdî vedike. Ger aştî û civaka demokratîk bê avakirin, ev yek bi gavên bi hev re pêkan e. Êdî ne dema li bendêbûnê ye, dema bicihanînê ye.”

