Şemî, 11 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Çek hatin şewitandin, dewletê gav neavêt

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 11’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbestvan Ahmet Tellî jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevseroka Giştî ya DBP’ê Ûçar: Divê dewlet di pêvajoya aştiyê de tercîha xwe bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nafî Ergun piştî 30 salan hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên Îranê zarokekî Kurd qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Elmanya ji beregeha xwe ya leşkerî ya li Hewlêrê vedikişe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Rêveberiya Tevgerê di salvegera merasîma şewitandina çekan de daxuyaniya girîng

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ez dayika Serok im, dayika Kurdistanê me’ jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serdana taziyeya gerîlayê YRK’ê Halîl Çîçek hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê hewldaneke girîng: Konferansa ‘Entegrasyona Demokratîk’ tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandarê YRK’ê: Em ji bo avakirina artêş û fermandariya hevpar a Kurdî amade ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Wanê di du salên dawîn de 25 jinan bi guman jiyana xwe ji dest dane

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglu: Ji bo Konferansa Navendî ya Jinan me dest bi amadekariyan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Avakirina welatekî demokratîk bi beşdariya jinan dest pê dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK’ê ji ber koça dawî ya Selvî Tepe sersaxî xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hollanda tundiya psîkolojîk û kontrola bi zorê wê weke sûc bibîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêwregê meşa li dijî êrîşa zayendî ya li ser jinan: Bersûc bên darizandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kom Muzîkê berhema ‘Ji bo bîranîna Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrê bi huner û keda destan aborî û çanda jinan diparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Avabûna Partiya Ciwan a Êzidî serkeftineke mezin e’
Rojane

‘Avabûna Partiya Ciwan a Êzidî serkeftineke mezin e’

Beşdarên kongreya Partiya Ciwan a Êzidî diyar kirin ku pir girîng e ku ciwanên Êzidî bibin xwedî biryara xwe ya siyasî û gotin: “Avabûna partiyeke siyasî ji aliyê keç û xortên Êzidî ve, bi serê xwe serkeftineke mezin e ji bo hemû Êzidiyan."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Nîsan 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Li Şengalê, hewldanên civaka Êzidî yên ji bo xurtkirina hêz û hebûna xwe di qadên siyasî û dîplomatîk de, di salên dawî de zêde bûne. Civaka Êzidî ku her dem rastî ferman û talanan hatiye û rê li ber îradeya wê ya siyasî hatiye girtin, ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî, îdarî û siyasî yên bi dewleta Iraqê re, sazîbûna xwe ya di qada siyasî de xurtir dike.

 

Herî dawî, di 9’ê Nîsanê de bi pêşengiya ciwanan, yekemîn kongreya Partiya Ciwan a Êzidî hate lidarxistin û ev partiya nû hate ragihandin. Di dîmenên kongreyê de jî xuya bû ku ciwanên Êzidî gihîştine asta îradeyeke siyasî ku karibin berpirsyariya civaka xwe bigirin ser milên xwe û di qada siyasetê de hêz, reng û dengê ciwanên Êzidî bidin naskirin. Beşdarên kongreyê destnîşan kirin ku di nav şerê cîhanê yê sêyemîn de avakirina vê partiya nû xwedî girîngiyeke mezin e; her wiha hêvî û bendewariyên xwe anîn ziman.

RIHAM HESEN: WÊ KEÇ Û XORTÊN ME SIYASETA ME BIKIN

Endama Koordînasyona TAJÊ, Riham Hesen, anî ziman ku avabûna Partiya Ciwan a Êzidî wê bibe gaveke xurt ji bo pêşketina civaka Êzidî û wiha berdewam kir: “Wê karibin barê doza Êzdatiyê bi dilsozî bigirin ser milên xwe. Avabûna partiyeke siyasî ji keç û xortên Êzidî, bi serê xwe serkeftineke mezin e ji bo hemû Êzidiyan. Ev yek hebûna me îsbat dike; êdî yên ku siyaseta me bikin wê keç û xortên me bin. Wê rê nedin ku careke din kesên ji derve li ser navê civaka me siyasetê bikin.”

QEHTAN XELÎL: CIWAN DIKARIN REWŞA SIYASÎ YA HERÊMÊ BIGUHERIN

Yek ji beşdarên kongreyê, çalakvanê sivîl Qehtan Qîranî, destnîşan kir ku ev gava ciwanan pir girîng e û wiha axivî: “Niha çend partiyên din ên siyasî yên Êzidiyan jî li Şengalê hene. Ya herî girîng ev e ku ev hêz karibin têkiliyên xwe xurtir bikin. Bi rastî jî Şengal hewcedarî tifaqê ye; çi hêzên leşkerî, çi aliyên siyasî û serokeşîrên Çiyayê Şengalê bin. Em bi hêvî ne ku ev partî bikeve xizmeta Çiyayê Şengalê û Êzdatiyê. Pir girîng e ku beşa ciwan a civakê bi vî karî radibe, ji ber ku dikarin rewşa siyasî li herêmê biguherin. Em bi hêvî ne ku gel jî piştevaniya wan bike da ku karibin bernameya xwe pêk bînin û ji bo Şengalê bibin hêz û qewet.”

PÎR HEYDER: WÊ CIWAN BIBIN XWEDÎ ÎRADEYA SIYASÎ

Rojnamevan Pîr Heyder jî bal kişand ser girîngiya xwe-rêxistinkirina ciwanan di qada siyasî de û wiha pê de çû: “Mafê me heye ku em partiyên siyasî ava bikin û di qada siyasî ya Iraqê de cih bigirin. Divê civaka Êzidî bi rêya siyasetê daxwaza mafên xwe bike. Ji sala 2003’yan heta 2014’an, partiyên siyasî yên ji derve zordarî li ser Êzidiyan dikirin û rê nedidan ku Êzidî bibin xwedî vîneke serbixwe. Îro gelekî girîng e ku ciwanên Êzidî bibin xwedî biryara xwe ya siyasî, em karibin partiyên xwe ava bikin û dîplomasiya xwe bi xwe bimeşînin.”

Pîr Heyder her wisa diyar kir ku bendewariya her kesî tifaqa siyasî ya Êzidiyan e û got: “Me gelek caran aniye ziman ku divê Êzidî di mijara siyaseta Şengalê de bibin yek. Îro pêwîst e hemû nêrînên Êzidiyan bibe yek û daxwaza mafên wan bi dengekî bilind were kirin. Girîng e ku hêzeke siyasî ya xurt a Êzidiyan hebe. Li gel hêza me ya leşkerî, divê hêza me ya siyasî jî hebe; ji ber ku îro ne tenê şerê leşkerî, şerê siyasetê jî tê meşandin. Divê Êzidî di qada siyasî de jî xwe xurt bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Bayhan: Ne rast e ku em bêjin çîna karker a Tirkiyeyê ji bo têkoşîna aştiyê amade ye
Nûçeya Pişt re Botan: Pêvajo ne mijûlkirin, gavên şênber dixwaze
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şervanê wêrek ê gelê Kurd û Ereb: Azad

Jiyana gerîlayê HPG'ê Azad ji Minbicê heya çiyayên Kurdistanê lêgerîna jiyaneke azad bû. Bi têkoşîna…

Ji aliyê Stêrk TV

Fransa, IESH’ê bi sûcdariya teşwîqî ‘cîhada çekdarî’ dike girt

Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Bruno Retailleau daxuyand ku Enstîtuya Zanistên Mirovî ya Ewropayê (IESH)…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêveberiya Xweser ji bo Kobanê hişyariya karesateke mirovî da

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk derbarê dorpêça li ser bajarê Kobanê de bangek lezgîn kir û diyar…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Çek hatin şewitandin, dewletê gav neavêt

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 11’Ê TÎRMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Helbestvan Ahmet Tellî jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Ûçar: Divê dewlet di pêvajoya aştiyê de tercîha xwe bike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?