Çekdarên nenas li rojavayê gundê Aliya yê Hesekê, êriş bir ser otobuseke ku leşkerên hikumeta demdî tê de bû. Di encamê de 2 leşker hatin kuştin û gelek leşker jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, leşkerên hatine kuştin endamên Firqeya 64`an a li Hesekê bûne.

