Şemî, 19 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Xizmên windayan: Em ê ti carî dev ji têkoşîna xwe bernedin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Cemîl Kirbayir pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurkçu: Tevgera Kurd wê berê serdema nû diyar bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ATK’ê ji bo girtiyê ku 65 kîlo winda kirine got: ‘Dikare di girtîgehê de bimîne’!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îpek: Di mirina zarokên karker de tenê li encama dawî nêrîn şaş e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şebnem Korûr Fîncanci: Pêşketina pêvajoyê girêdayî şert û mercên li Îmraliyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şervanê armanca mezin: Armanc Xaçek

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê cejnên Êzî û Şêşims bi girseyî hatin pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amed, Êlih û Dîlokê meşa ziman: Ne waneya bijarte, statuya destûrî!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Êlihê dayik û du zarokên wê hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê daxwaza perwerdeya bi Kurdî: ‘Bi milyonan zarok ji zimanê dayikê bêpar têne hiştin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 14 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Encamnameya Konferansa Jinan a KESK’ê: ‘Pêwîst e jin bibin kirdeyên avaker’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Muxafizên Şoreşê yên Îranê jineke Kurd revandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrê banga xurtkirina yekîtiya jinan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma JÎNA’yê banga domandin û xurtkirina têkoşînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbatên Dadxwaz û Rêxistinên Jinên Rojhilat serdana gorên şehîdan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiyên Jin, Jiyan, Azadî: ‘Rêxistinbûna me, azadiya me ye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Berxwedan û têkoşîna gelê Wanê
Kurdistan

Berxwedan û têkoşîna gelê Wanê

Çalakiya nobetê ya li dijî cezayê li Abdullah Zeydan hatiye birîn û îxtîmala ku qeyûm bişînin Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatiye destpêkirin, tevî hewaya sar jî bi coşeke mezin didome.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Sibat 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Dadgeha Tirk ji ber hincetên bê bingeh 3 sal 9 meh cezayê girtîgehê li hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan birî. Piştî cezayê li hevşaredar Abdullah Zeydan hatî birîn, gelê Wanê li dijî îxtîmala qeyûm tayînî şaredariyê bê kirin, li ber şaredariyê dest bi nobetê kirin. Nobeta li ber şaredariyê tevî hewaya ser jî bi hemû hêza xwe didome.

RUHÊ TÊKOŞÎN Û BERXWEDANÊ

Gelê Wanê di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de hemû nazmetên DEM Partiyê hilbijart û careke din nîşan da ku polîtîkayên şerê qirêj û sextekariyên desthilatdariya AKP-MHP’ê li Kurdistanê têk çûye. DEM Partî cara yekem li Wanê hemû şaredarî qezenc kir. Tevî hemû bêhiqûqî û zilma dewletê jî gel di hilbijartinê de dengê xwe da DEM Partiyê. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku ev têkçûn qebûl nekir, polîtîkaya qirêj careke din xist meriyetê. Ji bo qeyûm tayînî şûna Hevşaredar Abdullah Zeydan ê ku ji aliyê gelê Wanê ve hatiye hilbijartin bike serî li hemû rêbazên dijhiqûqî da. Gelê Wanê bi xweparastina rewa li hemberî hiqûqa dijminatiyê ya ji aliyê dewletê ve tê meşandin, li ber xwe da. Bi berxwedan û helwesta biryardarî ya gelê Wanê re hevgirtineke xurt hat avakirin. Partiyên muxalefetê yên alîgirê demokrasiyê ne bi berxwedana gelê Wanê re hatin gel hev, pêkanînên derqanûnî yên dewletê pûç kirin. Dewleta Tirk tevî hemû hêza xwe jî neçar ma ku paşve gav biavêje û li hemberî berxwedana gelê Kurd careke din têkçû. Desthilat piştî vê têkçûnê neçar ma ku mazbataya Abdullah Zeydan radestî wî bike.

LI DIJÎ DESTESERKIRINA VÎNÊ XWEPARASTINA REWA DIMEŞÎNIN

Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya ku têkçûna 10 meh berê hezm nekir, careke din serî li hiqûqa dijminatiyê da. Di encama darizandina dijqanûnî de bi hincetên “Alîkariya rêxistinê kiriye” û “Bi rêya çapemeniyê propaganda rêxistinê kiriye” 3 sal 9 meh cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan birî.

Gelê Wanê piştî cezayê girtîgehê yê li Abdullah Zeydan hat birîn, bi fedekarî û berxwedaneke mezin li ber şaredariyê li hev kom bûn û ji bo careke din vîna wan neyê desteserkirin dest bi nobedê kirin. Her roj tevlîbûna çalakvanan nobeta li ber şaredariyê berfireh dibe. Gelê Wanê li hemberî îxtîmala ku şaredarî bê desteserkirin di bin sermaya ku digihêje bin sifir 8 derece nobeda xwe didomîne û heta derengiya şevê li ber agirê pêxistine govendê digerîne.

Tevî sermaya dijwar jî bi sedan kes li ber agirê dadane û di konên li ber şaredariyê hatine vedan xwe germ dikin. Di nobetê de bê navber dirûşm berz dikin û li ber stranan govendê digerînin. 

Gel bi îxtîmala ku wê qeyûm tayînî şaredariyê bikin ji ber şaredariyê venaqetin. Hin ji wan li ser kursiyan radizên, hin ji wan jî hewl didin li ser betaniyên ku li erdê hatine raxistin razên. Bi derketina rojê re şorba germ li çalakvan û mêvanan tê belavkirin.

Gelê Wanê bi berxwedana xwe careke din nîşan da ku berxwedan û têkoşîna gelê Kurd li cihê ku vîna wan tê paşguhkirin dest pê dike. Gelê Wanê bi parastina vîna xwe ji hemû gelan re dibe mînaka hevgirtinê.

Zîhniyeta ku vîna gelê Kurd ji nedîtî ve tê û serî li hiqûqa dijminatiyê dide, li pêşberî berxwedana gelê Kurd careke din wê têk biçe.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN WAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Berxwedana li Wanê didome: Şarederî ji bo me kolan e, gel e!
Nûçeya Pişt re Serhildêrên M23’yê li Kongoyê ketin navenda bajarekî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Hesekê agirê Newrozê hate dadan

Li Hesekê agirê Newrozê hate dadan û ji bo xurtkirina azadiyê peyam hate dayin.

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyê Cûma Çat hate veşartin

Cûma Çat ê ku li nexweşxaneya lê dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da, li…

Ji aliyê Stêrk TV

Bi girseyî çûn serdana şîna şehîda Efrînê Jiyan Cûdî

Şîna şervana HRE’yê Jiyan Cûdî (Bêrîvan Demîrcî) a ku li Efrînê di çalakiya li dijî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Şervanê armanca mezin: Armanc Xaçek

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Şengalê cejnên Êzî û Şêşims bi girseyî hatin pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Amed, Êlih û Dîlokê meşa ziman: Ne waneya bijarte, statuya destûrî!

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Êlihê dayik û du zarokên wê hatin qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?