Di şerê zêdetirî 3 sal in di navbera artêş û hêzên paramîlîter ên li Sûdanê diqewime de sivîl bedelên giran didin.
Volker Turk ragihand ku di navbera mehên Çile û Nîsana 2026’an de li Sûdanê di êrîşên balafirên bêmirov de herî kêm 880 sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Volker Turk hişyarî da ku pevçûna li Sûdanê dikare bikeve qonaxek nû û wêrankertir. Volker Turk got “Heke tedbîrên lezgîn neyên girtin, ev şer dikare bikeve qonaxek pir kujertir.”
Li gorî NY’ê ji sedî 80 mirinên sivîlan ên ji ber pevçûnan derketiye holê bi taybetî li herêma Kordofanê çêbûne.

