Cangoriyên berxwdana li hemberî êrişên çeteyên hikumeta demkî ji fermandara YPJ’ê Sîdar Efrîn (Leyla Hemo), şervanên YPJ’ê Viyan Cûdî (Sara Hesen), Stêrk Rojhat (Nesrîn Xelîl), Rewşen Zana Efrîn (Rewşen Îbrahîm), şervanên QSD’ê Dilşêr Qamişlo (Îbrahîm Mihemed), Karker Qamişlo (Hesen Mele Hesen), Rojhat Qamişlo (Mîtan Hisên), Çiyager Armanc (Yezen Mihemed), Diyar Qamişlo (Ciwan Suhbî), Şêrewan Şêrawa (Hesen Elî) û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Kamil El Mio ji aliyê bi hezaran şêniyên Rojava ve li pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişloyê hatin veşartin.
Girse cenazeyên şehîd Rojhat Qamişlo, Dilşêr Qamişlo, Stêrk Rojhat, Şêrewan Şêrawa, Diyar Qamişlo û Sîdar Efrîn ji pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a li taxa Enteriyê wergirtin û ber bi Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan ve birin. Ji bo şehîdên din jî merasîmek xiyabî hat lidarxistin.
Karwanê cenazeyan dema gihaşt pakrewangehê bi dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana YPJ û YPG’ê”, “Bijî yekitiya gelê Kurd” û “Şehîd namirin”, tilîliyên dayikan û reşandina birincê li ser cenezayan hat pêşwazîkirin û merasîmê dest pê kir.
Merasîmê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Şêro Şero axivî û tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: “Em bejna xwe li hemberî mezinahiya van şehîdan ditewînin. Em rojên dîrokî dijîn. Dîrok wê lehengiya van şoreşgerên ji bo azadî û rûmeta gelê xwe şehîd bûne, binîvisîne.”
Ji fermandarên YPJ’ê û endama Fermandariya Giştî ya QSD’ê Rohilat Efrîn jî di merasîmê de axivî û diyar kir ku “planek li dijî welat û destkeftiyên wê, ev plan qirkirina gelê me ye.”
Rohilat Efrîn bi domdarî got: “Em ne lawaz in. Em ji 13 salan ve têkoşînê dikin. Ji destpêka avabûna YPJ’ê ve me soza dabû ku em gelê xwe neteriînin û em ê piştevanê gelê xwe bin. Me soz daye berdêl çi dibe bila bibe em ê vê axê biparêzin.”
Rohilat Efrîn di dewama axaftina xwe de behsa kesayeta fermandar Sîdar Efrîn kir û got: “Di gotina xwe ya dawîn de gotibû em vî gelê naterikînin. Mirin carek e, em bi rûmetî mirinê pêşwazî dikin.”
Fermandar Rohilat Efrîn careke din soza parastina gel da û wiha dawî li axaftina xwe anî, “Divê gelê Kurd xwe bi rêxistin bike û hevgirtina xwe xurt bike. Em vê axê bernadin. Ev ax ava bûye da ku ya gelê wê bimîne. Wê cihê dagirkeran li vir nebe.”
Piştî axaftinan nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Piştre şervanan cenazeyên hevrêyên xwe yên şehîd hilgirtin ser milê xwe û bi dirûşman spartin axê.








