Duh bi şev balafirên şer û balefirên bê mirov û bi çek ên dewleta Tirk a dagirker, bi dijwarî Şengal bombebaran kirin. Bombebaran di saet derdora 23:55’an de destpê kir û nêzî 2-3 saetan bênavber berdewam kir.
Amûd, Çilmêra, Sikêniyê, Heyalê, Girê Şehîd Sîpan, Sîba Şêx Xidir, Taxa Nasir a navenda Şengalê, Geliyê Şilo û herêmên Ereban zêdeyî 16 caran bi balefirên şer û yên Keşfê hatin bombebarankirin.
Hem li Başûr hem jî li Bakurê Çiyayê Şengalê bi kêmanî 10 deverên cuda zêdeyî 16 caran hatin bombebarankirin.
Di encama van êrişên de, li gor agahiyên destpêkê hejmarek şehîd û birîndar hene, lê heya niha daxuyaniyeke fermî derbarê ziyanên canî û madî de nehatine dayîn.
Wê îro Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) derbarê bilançoya êrişên duh û pêr de daxuyaniyeke berfireh bide.
Cenazeyên şervanên YBŞ’ê ku yên di êrişên duh bi şev de şehîd bûn, vê sibehê ji Nexweşxaneya Şehîdên Xanesorê hatin girtin û ber bi Saziya Tiba Edlî ya Mûsilê ve hatin şandin.
Piştî ku cenaze ji Saziya Tiba Edlî ya Mûsilê werin vegerandin, wê li Şehîdgeha Ş.Dilgeş û Ş.Berxwedan bên veşartin.