Fermandariya Navenda Amarîkayê (CENTCOM) têkoldarî bidawîanîna veguhestina çeteyan a ji Sûriyeyê ya ji bo Iraqê daxuyaniyek da.
Li gorî daxuyaniyê veguhestina çeteyan 23 rojan dewam kiriye, zêdetirî 5 hezar û 700 çeteyên DAIŞ’ê ji Sûriyeyê ji bo Iraqê hatine veguhestin.
Hêjayî bibîrxistinê ye Wezareta Dadê ya Iraqê ragihandibû ku çeteyên DAIŞ’ê yên ji Sûriyeyê ji bo Iraqê hatine veguhestin ji wan 270 Iraqî ne, 3 hezar zêdetir Sûriye û yên din jî hemû biyanî ne.

