Di netew-dewletan de, bikaranîna mekanê wekî nîşanek hêzê û sembola “fetihê” derdikeve holê. Dewlet li mekanên ku dagir kirine û mêtingeh kirine, sembol û nîşaneyên xwe li wir dihêlin da ku nîşan bidin ev mekan di bin dagirkeriya wan de ne.
Li erdnîgariya Kurdistanê, bi taybetî li cihên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de, hema hema li her bajarî meydanek bi navê “Ataturk” an “Cumhuriyet” heye. Li ser her çiyayê Bakurê Kurdistanê gelek nivîsên wekî “Yê dibêje ez Tirkim bextewar e” û “Her Tirk leşker tê dinê” hatine nivîsandin. Bi van re berevajî mîmariya xweser a Kurdistanê, dewleta Tirk her bajarê Kurdistanê li gorî xwesteka xwe dîzayn kiriye û bi sembol û nîşaneyên feraseta xwe ya mêtingerî tijî kiriye.
Nivîskar Çeper, di pirtûka xwe ya dawî “Nîjadperestiya mekanî” ji cîhanê mînakan dide, polîtîkaya asîmîlasyon û zordariyê ya ku li Kurdistanê bi rêya mekanê tê meşandin dinirxîne. Pirtûka di qada xwe de yekem e û ji aliyê Weşanxaneya Aramê ve hatiye çapkirin. Di pirtûkê de bê Kurdistan di aliyê mekanê de çawa hatiye dagirkirin radixe berçavan.
‘TEVGERÊN MEKANÎ BANDORÊ LI SER ÎMAJA MIROVAN DIKIN’
Çeper diyar kir ku mekan tevgerên mirovan berlî dike û mirov li gorî mekanê teşe digire. Çeper sembol û nîşaneyên li Kurdistanê yên ku cureyeke cuda ya nîjadperestiyê nîşan didin ji ANF’ê re nirxand û wiha got: “Mirov li mekanê hebûnê xwe dibîne û mekan xwe pênase dike. Ti tişt bi qasî mekanê bi mirovî re ne di nava têkiliyê de ye. Mekan mirovan dorpêç dike; beden û tevgerên wan beralî dike. Tevgerên mirovan di nav jîngeheke fizîkî û civakî ya diyarkirî de çêdibin.”
Çeper wiha dewam kir: “Hiş, beden û hestên mirovan reaksiyonê dide mekanê. Mirov li jîngeha xwe, tax, bajar û avahiyên fizîkî yên wê bi wate dike, hildibijêre û di hişê xwe de birêxistin dike. Nasnameya mekanê ji tevahiya taybetmendiyên wî yên diyarker pêk tê. Tevgerên mekanî ji îmajên mirovî yên der barê mekanê bi bandor dibe. Yê ku vê avadike jî, ji bilî avahiyên mîmarî, nîşan û sembol in. Em dikarin ji van re nîşaneyên îkonolojîk û semiyotîk bêjin.
Sembol ji bo diyarkirina ramanekê an jî diyardeyekê tê bikaranîn. Nîşane jî, ji ramanekê zêdetir, tevgerek an çalakiyekê diyar dike. Nîşane hal û tevgerê; sembol jî pakêteke wateyê ye û îkonolojîk e.
Dever bi sembol û nirxên îkonolojîk tê pênasekirin. Hem nîşane hem jî sembol ji bo xuyabûnê têne çêkirin. Beden bi rêya îmaj, nîşane û sembolan bi mekanê re têkiliyê datîne.
Lê sembol her tim objeyeke veberhênana hestyarî ye; xwe dispêre çandekê, îdeal an îdeolojiyekê. Ne tenê mekanên di asta makro de, di têkiliyên civakî yên di asta mîkro de jî gelek sembolên ku têne bikaranîn bi îdeolojiyekê re têkildar in.”
‘GELEK SEMBOL Û NÎŞANEYÊN DI JIYANA ROJANE DE TÊN BIKARANÎN, XWE DISPÊRIN SEMBOLÊN OLÎ’
Çeper destnîşan kir ku di warê mîmarî de sembol û nîşane pir têne bikaranîn û ev bi rastî ji nêzîkatiyên olî-îdeolojîk derdikevin holê. Der barê sembol û nîşaneyên ku li Kurdistanê di jiyana rojane de têne bikaranîn de ev tişt got: “Mînak, werin em li hin sembolên mîkro yên ku di xebatê de qet behsa wan nehatiye kirin û di hemû qadên jiyanê de mirov bi wan re di têkiliyê de ne, binêrin. Di qada mîmarî de, ji sembol û xemilandinên dîwar, baxçe, têl, derî û pencereyan, piraniya wan an bi sembolên olî yên Cihûtiyê an jî bi apostolojiya Xiristiyaniyê ve girêdayî ne. Ji bo mînak:وو: Sembola ku dawiya wê çengelî ye, di Xiristiyaniyê de Xwedê; di Cihûtiyê de jî wekî ‘reş’ tê pênasekirin. Reş, di alfabeya Îbranî de tê wateya ‘serî’ û Yehova’yî temsîl dike.
ღღ: Ev sembola ku wekî dil an kupa tê zanîn, reşa dualî ye û bav û kur, yanî Mesîh û Xwedê temsîl dike. Di hemû xemilandinan de derdikeve pêşberî me. Bi taybetî li ber derî û pencereyan zêde tê bikaranîn.
ووو: Ev sembola sêalî, ku dişibe tîpa ‘waw’ a Erebî, bav, kur û ruhê pîroz temsîl dike. Bi taybetî di xemilandinên mobîlya, dekorasyonên hundirê malê, li ber pencereyan û şîşikan de tê bikaranîn.
وم: Bav û kur, yanî Xwedê û kurê wî temsîl dike. Bi taybetî li ser dîwarên ku malan dorpêç dikin û di şeklê şîşikan de derdikeve pêşberî me.
Ͳ: Reşên dualî yên bi fêkî ne. Di xemilandinên derî û pencereyan de pir têne bikaranîn.
₱₱: Sembolên helejonîk, hem mekan û hem jî di mîmariya hundir de reşên krişmanê pir têne bikaranîn. Di desenên mobîlyayên darîn, desenên xalîçeyan û heta di desenên qumaşan de jî têne bikaranîn.
ꟼ: Sembola Yehovayê ye.
±: Îsa Xwedê.
ᲯᲯ: Kurê Yehova.
ꓽꓸꓽ : Kur û bav Xwedê.
Ӝ: Xwedê Îsa Mesîh.
Ჯ: Monograma Yewnanî ya Îsa.
Ϯ: Xwedê.
ꭕ : Mesîh.
Her wiha serê gopalan jî reş in. Di xemilandinên mîmarî de, stûyê hespê, dûvê şêr jî bi şeklê reş in. Serê beranan jî hem di Cihûtiyê hem di Xiristiyaniyê de têne bikaranîn.
Ji bilî van, hemû notayên muzîkê ji reşên apostolojiya Xiristiyanî pêk tên. Nîşaneyên muzîka pîvandî, di sala 1338’an de ji aliyê endamê Meclîsa Pîsposiyê ya Parîsê Jean de Murris ve hatine îcadkirin. Li gorî kevneşopiyê, ji bo nîşaneyên muzîka pîvandî, “kurtkirinên pîroz” ên ku modernan wekî ‘profan’ binav dikin, hatine bikaranîn.
Dîsa hemû kartên lîstikê jî bi sembolan hatine çêkirin. Sinek, yoncaya sê pelî yan sêyemîniya pîroz; kupa, reşa dualî yanî yekîtiya bav û kur temsîl dike. Maça, bi nîşaneyên diyagrama ku rêzika reşa dualî ya xêzkirî piştgirî dike, dorpêçkirî ye. Por û rîhê wê reşa sarmal in. Di sîngê de jî haleya dehkemerî ya Mesîh heye.
Reşên sêalî yên di tacê de yên keça karoyê bi navê ‘Rachel’, bav-kur-ruhê pîroz temsîl dikin. Taca keça sinekê jî bi reşên sêalî hatiye xemilandin. Porê valeyê sinekê reşa sarmal e; sîngê de jî serê Mesîh ê bi haleyê heye.”
‘NÎŞANEYÊN XÊZKIRINÊ JÎ JI SEMBOLÊN ÎDEOLOJIYA OLÎ HATINE HILBIJARTIN’
Çeper diyar kir ku nîşaneyên xêzkirinê yên ku di nivîsên rojane de têne bikaranîn jî ji nêzîkatiyên olî û îdeolojîk derketine holê û wiha got: “Hemû nîşaneyên xêzkirinê yên ku di nivîsên rojane de têne bikaranîn, dîsa ji sembolên îdeolojiya olî hatine hilbijartin. Kurtkirina Xwedê (?) di nîşana pirsê de; di nîşana bendê de ‘s’, di serê rêzikê de ‘q’, ji kevanekê reşa dualî jî nîşana neynûkê (“) hatiye bikaranîn. Li şûna nîşaneya apostrof û bêhnokê (,) reş hatiye bikaranîn. Xalecot ji reşa di diyagramê de (:) pêk tê; xalebêhnok û xal jî (;.) reşên li ser hev in, çêbûne.”