Pêncşem, 5 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    2’yemîn salvegera qeyûman li gelek bajaran hat protestokirin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê: Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe, aştî pêk nayê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî serdana Fîgen Yuksekdag banga ‘Ji girtiyan re azadî’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ber Girtîgeha Sincanê bang hate kirin: Astengiyên li pêşiya aştiyê rakin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervanê YPG’ê Îdrîs Umît hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê qirkirina ekolojîk berdewam dike: Bi sedan darberû hatin birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Koma Yekrêziyê: Partiyên endamên Hevpeymaniya Rojhilat alîgirê domandina diyalogê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Pîranşarê du Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji jinên Mexmûrê piştgiriya ji bo çalakiya Dayikên Aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Desteya Serokatiyê ya Parlamenta Herêma Kurdistanê hate hilbijartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna destpêkê ya Parlamenta Herêma Kurdistanê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK wê beşdarî civîna Parlamentoya Kurdistanê nebe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Zeynep Duygu Agbayir: Ji bo aştiyê ku Darusselam bi bîr tîne, berpirsyarî divê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Zîlan Esen: Li dijî kuştina jinan veguherîna civakî şert e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê jin wê ji 19’ê Mijdarê û pê ve heta dawiya salê ‘bêpere’ bixebitin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Dayikên Aştiyê ya li Enqereyê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê deklarasyona 25’ê Mijdarê: Em ê civaka demokratîk ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlek Odabaş: Bi bilindkirina dengê jinan em dikarin tevkariyê li aştiyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Festîvala şano ya şehîd Arîn Şano neynika civakê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kom Ciwan albûma ‘Çiyayên Ronî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi biryarnameyê ji kar hate dûrxistin, hate girtin, bi NÇM’ê li muzîkê vegeriya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê turnuvaya santrancê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Mijdarê ya Kovara Pêşeng Derket: Bi 5 zimanan dê were weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Eurovision 2027: Hollandayê xwe ji pêşbirkê vekişand, li Belçîkayê gefa grevê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Platforma Tenduristiyê ya Amedê ji bo Kobanê banga lezgîn a alîkariya mirovî û tibî kir
Kurdistan

Platforma Tenduristiyê ya Amedê ji bo Kobanê banga lezgîn a alîkariya mirovî û tibî kir

Platforma Tenduristiyê ya Amedê, da zanîn ku xizmeta tenduristiyê ya li Kobanê ji ber dorpêçê li ber girtinê ye û banga lezgîn a alîkariya mirovî û tibî kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Sibat 2026 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Platforma Tenduristiyê ya Amedê, têkildarê pirsgirêkên tendûristiyê yên li Kobanê tên jiyîn de li Şaxa SES’ê ya Amedê daxuyaniyek çapemeniyê da. Li eywana ku daxuyanî hat dayîn de pankartên “Li Rojava li dijî komkûjiya tê jiyîn em di nobeta mafê jiyanê de ne”, û “Tendurisî mafê gerdûnî ye, ji bo Kobanê alîkariya lezgînî ya tibbî” hatin daliqandin. Daxuyanî ji hêla endama Lijneya Rêvebiriya Odeya Bijîjkan Hîcran Îzcî Yildiz ve hat xwendin.
 
Hîcran Îzcî Yildiz, destnîşan kir ku dorpêça demdirêj û şert û mercên şer sivîlên li Kobanê dijîn bi krîzeke mirovî ya giran re rû bi rû hiştiye.
 
Hîcran Îzcî Yildiz, bal kişand ser wê yekê ku xizmetguzariya tenduristiyê li Kobanê gihîştiye asteke nebaş û diyar kir ku nexweşxaneyên li herêmê kêmasiyeke cidî ya derman û pêdiviyên bijîşkî dijîn. Hicran Îzcî Yildiz, diyar kir ku Nexweşxaneya Gel a Kobanê, saziya sereke ya tenduristiyê, tenê dikare rewşên lezgînî pêşwazî bike, emeliyatên bernamekirî hatine rawestandin û alavên bijîşkî ji ber qutbûna ceyranê bi piranî nayên bikaranîn.” Hîcran Îzcî Yildiz, her wiha destnîşan kir ku xizmetên radyolojî û laboratûvarê hema bêje bi tevahî hatine rawestandin.
 
Hicran Îzci Yildiz, diyar kir ku Nexweşxaneya Zayînê bi piranî ne li xizmetê ye û Nexweşxaneya Diyalîzê ji ber kêmbûna dermanên girîng bi xetereya girtinê re rû bi rû ye û teqez kir ku ji ber şert û mercên dorpêçkirinê veguhestina nexweşan ji bo navendên din ne gengaz e. Hicran Îzci Yildiz, diyar kir ku ev rewş rasterast gefê li mafê jiyanê dixwe, bi taybetî ji bo nexweşên kronîk.
 
Hîcran Îzcî Yildiz, destnîşan kir ku nifûsa navenda bajarê Kobanê ku beriya şer 120 hezar bû, bi koçberiyê re gihîştiye nêzîkî 250 hezarî û diyar kir ku binesaziya tenduristiyê ya heyî ji xizmetkirina vê nifûsê dûr e. Hicran Îzcî Yildiz, destnîşan kir ku astengiyên di gihîştina xwarin, ava paqij û ceyranê de tenduristiya giştî bi ciddî tehdît dikin, torên avê yên nexebitbar metirsiya nexweşiyên vegirtî zêde dikin û nebûna binesaziya ragihandinê hevrêzkirina xizmetên tenduristiyê hema hema ne mumkin dike.
 
Hîcran Îzcî Yildiz, destnîşan kir ku gihîştina tenduristiyê mafekî bingehîn ê mirovan e û teqez kir ku şer û dorpêçkirin nikare mafê tenduristiyê yê sivîlan ji holê rake. Hîcran Îzcî Yildiz, diyar kir ku bûyerên li Kobanê ne tenê ji hêla herêmî ve, di heman demê de ji hêla mafên mirovan ên navneteweyî û etîka bijîşkî ve jî qadeke berpirsiyariyek cidî temsîl dikin.
 
Hîcran Îzcî Yildiz, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Mafê tendûristiyê gerdûnî ye. Paşguhkirina krîza mirovî ya li Kobanî dê bibe sedema felaketên tenduristiyê yên hîn girantir û windahiyên bêveger. Şer pirsgirêkek tenduristiya giştî ye.” Hîcran Îzcî Yildiz, da dawiya axaftina xwe de banga hevgirtinê li hemû kedkarên tenduristiyê, rêxistinên demokratîk ên girseyî û civaka navneteweyî kir.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji bo koçberên astengdar banga lezgîn
Nûçeya Pişt re YPJ’ê şehadeta Hêvî Amûdê eşkere kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Wanê berxwedan: Hevşaredar jî hatin binçavkirin – HATE NÛKIRIN

Li dijî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê gel dest bi berxwedanê kir. Polîsên Tirk…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Şamê teqînên li pey hev çêbûn

Hate diyarkirin ku di teqînên li pey hev ên li herêma Mezê ya Şamê de…

Ji aliyê Stêrk TV

MAK’ê li dijî bîra petrolê, polîs û cerdevanan çalakî kir

Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) ragihand ku wan li Êlihê li dijî bîra petrolê, li Wanê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Koma Yekrêziyê: Partiyên endamên Hevpeymaniya Rojhilat alîgirê domandina diyalogê ne

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Pîranşarê du Kurd hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji jinên Mexmûrê piştgiriya ji bo çalakiya Dayikên Aştiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji baroyan banga li ser doza Kobanê: Bi ya DMME’yê bikin, girtiyan berdin!

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?