În, 23 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Gergerlîoglu: Hin derdorên Îslamî li dijî destketiyên Kurdan derdikevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dora berxwedana Kurdan piştgiriya gelan xwedî girîngiyek jiyanî ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan: Rojava navê azadiya jinan e û tu carî ne bê xwedî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 23’YÊ ÇILEYA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 3 navçeyên Stenbolê êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê hatin protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Kobanê li ber sînorê Bakurê Kurdistanê kom bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Şengalê çalakiyên ji bo piştgiriya Rojava dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê wê sibê bi tevlîbûna 1 milyon kesan çalakî were lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêniyên Mexmûrê ji bo Rojava her şev li ser piyan in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê bi hezaran kes ji bo Rojava meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kelarê ji bo Rojava kampanyaya alîkariyê hate destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Binarê Qendîlê berxwedana Rojava silav kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Şervanên YPJ’ê piştgirî dan dîmenên jinan ên hûnandina keziyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan bi keziyên xwe piştgirî dan berxwedanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê jin ji bo Rojava li ser piyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Divê partiyên siyasî pêşengiyê ji yekîtiya neteweyî re bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Êzidî ji Şengalê bang kirin: Serdana Colanî ya li Elmanyayê şermezar bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Meclîsa Jinan a DEM Partiyê banga ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hilala Zêrîn bi stranê piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê filmê ‘Dema Dirîreşkan’ hate pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya Klîba “Agir”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • LEZGÎN
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li gundên Kobanê şer dijwar e
Li Sirrînê şervan bersiveke tund didin êrişan: Gelek çete hatin kuştin, gelek jî hatin girtin
Çeteyan careke din êriş birin ser Girtîgeha Eqtanê
Hêzên QSD’ê li Sirinê bersiv dan çeteyên ku agibestê binpê kirin
Bombe li 3 gundên Kobanê tên barandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Çete gel bê av dihêle: Li Sûriyeyê krîza avê giran dibe!
Kurdistan

Çete gel bê av dihêle: Li Sûriyeyê krîza avê giran dibe!

Sekretera Kampanya Avê ya Hesekê Gulistan Îsa li ser pirsgirêka avê ya li Hesekê axivî û got, dewlet avê weke amûreke şer û sermayeyê bi kar tîne, lewma li herêmê dibe sedema krîzeke cidî.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Weke li seranserê cîhanê, li Rojhilat Navîn jî krîza avê gihîştiye asteke cidî. Li herêmê ku şer lê diqewime, sûcên giran ên mirovahiyê têne kirin. Netewe dewlet bi taybetî xurek û avê li ser gelan weke amûreke ambargoyê bi kar tînin.

Krîza avê ku li gelek welatan heye, bandoreke neyînî li jiyana mirovan dike. Ev rewş li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi şênberî tê dîtin. Ji ber ambargoiya ku Tirkiyeyê daniye ser çemê Firatê, ava paqij bi destê gelê herêmê nakeve û bi salan e ji ber çeteyan nikare ava ji bîrê jî werbigire.

Sekretera Kampanya Avê ya Hesekê Gulistan Îsa anî ziman ku pirsgirêka wan pirsgirêkeke polîtîk e û bang kir ku ev pirsgirêk li tevahiya cîhanê bê bihîstin û çareserî jê re bê peydakirin.

Gulistan Îsa ku beşdarî Forûma Avê ya Mezopotamyayê ya duyemîn bû, bal kişand ser krîza giran a avê ya li bakurê Sûriyeyê û destnîşan kir ku av êdî ne weke mafekî mirovî lê weke amûreke gefxwarinê li dijî sivîlan tê bikaranîn. Gulistan Îsa got, “Av mafê gelan hemûyan, mafê miletan hemûyan e. Lê belê îro mixabin li Sûriyeyê wergirtina ava paqij gelekî zehmet bûye.”

‘AV WEKE ÇEKEKÊ TÊ BIKARANÎN’

Gulistan Îsa ragihand ku ji ber qutkirina avê û êrîşên li ser stasyonên avê karê şaredariyan giran bûye û gel jî ji bo karibe ava paqij bi dest bixe neçar maye koç bike. Gulistan Îsa got, “Rewşa aboriyê ya gel gelekî nebaş e, derfetê xwe nîne ku gava paqij bikire. Ji ber vê jî mirov ya ava gemarî vedixwin ya jî malên xwe diterikînin. Nêzî çar sal in milyonek mirovên li Hesekê li hemberî nebûna avê têdikoşin. Êrîşên li ser stasyonên avê yên li herêmê gel di mijara avê de bê çare dike. Ji ber êrîşên çeteyan ên li ser stasyona avê, gel çar sal in hewl dide bê av jiyana xwe dewam bike. Sedema tevlîbûna me ya li vê forûmê ew e ku vê krîzê ji cîhanê re ragihînin. Em dixwazin welat hemû dengê me bibihîzin. Av mafê her kesî ye, divê mirov ji vî mafî bêpar neyên hiştin.”

‘NEBÛNA AVÊ MIROVAN NEÇARÎ KOÇBERIYÊ DIKE’

Gulistan Îsa diyar kir ku krîza avê êdî ne tenê pirsgirêka gel e, lê veguheriye meseleyeke polîtîk a navbera dewletan û got, “Ji bo avakirina Sûriyeya nû beriya her tiştî divê pirsgirêka avê çareser bibe. Ji ber nebûna avê mirov neçar dimînin ku koç bikin. Sîstema heyî vê koçberiyê teşwîq dike. Eger av, xizmet û enerjî bêne pêşkêşkirin mirov wê li warê xwe vegerin.”

‘PIRSGIRÊKA AVÊ NUQTEYEKE POLÎTÎK E’

Gulistan Îsa diyar kir ku krîza avê di heman demê de di şer de weke amûrekê tê bikaranîn û bi vî rengî dewam kir, “Li tevahiya cîhanê şerên mezin diqewimin û di van şeran de li ser sivîlan ku mexdûrê herî mezin in, sûcên şer têne kirin. Ambargoya xurekê tê danîn, av li ser tê birîn, mirov bê av têne hiştin. Ne rewşeke mirovî ye ku gelek bê av bê hiştin. Di mijara avê de dema ku em têkiliyê bi dewletan re datînin, timî ji me re dibêjin, ‘Ev pirsgirêk polîtîk e’. Halbûkî gel dixwaze di nava şert û mercên mirovî de bijî. Lê belê ev pirsgirêka avê ya ku veguheriye pirsgirêkeke polîtîk mirovan neçarî koçberiyê û jiyaneke bi tenduristiyeke nebaş dike.”

‘BÎR DI BIN KONTROLA ÇETEYAN DE NE’

Sekretera Kampanya Avê ya Hesekê Gulistan Îsa anî ziman ku av êdî ji çemên Dîcle û Firatê nayê û got, “Berê hebû, lê belê niha av ji çemên Dîcle û Firatê nayê. Çem têne astengkirin. Gel demekê av ji bîran dikişand, lê belê ev derfet jî êdî nema. Bîr jî di bin kontrola çeteyan de ne. Em êdî ava ji bîrê jî nikarin bi dest bixin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dadgeha herêmî cara duyemîn ceza li strana Kurdî birî!
Nûçeya Pişt re Li Iraqê 15 rayedarên ewlekariyê tevî qedexeyê jî bûn namzet
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Helebê berhemên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên xwendin

Gelê Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê her roj Parastinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pirtûkên…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Silêmanî Komîteya Malbatên Şehîdan ji bo Newroza Qendîlê banga tevlîbûnê kir

Li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê Komîteya Malbatên Şehîdan ji bo Newroza Qendîlê banga tevlîbûnê…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Pratîka Barzaniyan xiyanet e, li hemberî vê bêdeng mayîn jî hevkariya xiyanetê ye’

Hafiz Ahmet Turhalli wiha got: “Pratîka Barzaniyan xiyanet e, divê em vê ji gelê xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Şengalê çalakiyên ji bo piştgiriya Rojava dewam dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Silêmaniyê wê sibê bi tevlîbûna 1 milyon kesan çalakî were lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şêniyên Mexmûrê ji bo Rojava her şev li ser piyan in

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Silêmaniyê bi hezaran kes ji bo Rojava meşiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?