Efrînî piştî 8 salan vedigerin malên xwe. Hinek gava vedigerin pêşî axa xwe radimîsin, hinek xwe li darên zeytûnê yên ku bi şans nehatine birîn dipêçin û hinek jî li hewşê rûdinin û bêdeng digirîn. Her çend vegera kesên ji cih û warên xwe bûne ji bo Efrîniyan destkeftiyek mezin be jî, di pratîkê de hin pirsgirêkên ku derdikevin pêş, şahiya gel nîvco dihêlin.
Bi dagirkirina Efrînê di sala 2018’an de ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) ve, zêdetirî 300 hezar kes ji cih û warên xwe bûn. Ji van 200 hezar kes li navçeyên Til Rifat, Ehrez, Ehdas, Fafîn û 40 gundên Şehbayê bi cih bûn. 8 hezar û 94 kes li kampên Serdem, Berxwedan, Veger û Efrînê, 91 hezar û 906 kes jî li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û gundên Şehbayê hatin bicihkirin. Efrîniyan 6 salan li vir hewl dan jiyaneke nû ava bikin, lê bi êrîşa dewleta Tirk a di 1’ê Kanûna 2024’an de li ser herêma Şehbayê, vê carê nêzî 200 hezar koçber ber bi Tebqa, Reqa, Kobanê, Herêma Cizîrê û Helebê ve koç kirin. Ew kesên derbasî herêmên Tebqa, Reqa, Kobanê û Cizîrê bûn, li zêdetirî 200 navendan hatin bicihkirin; gelek malbatan malên xwe bi koçberan re parve kirin.
Lê êrîş nesekinîn. 150 hezar koçberên ku xwe spartibûn Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, bi êrîşên HTŞ-DAÎŞ’ê yên di navbera 6-12’ê Rêbendana 2026’an de, mîna koçberên Şehbayê berê xwe dan Tebqa, Reqa, Kobanê û herêma Cizîrê. Li vir li zêdetirî 150 navendan hatin bicihkirin. Bi gurbûna êrîşan re, vê carê ji herêmên di bin kontrola HTŞ’ê de reviyan û berê xwe dan Rojavayê. Li gorî daneyên Heyva Sora Kurd, 175 hezar kes xwe spartine Kantona Cizîrê.
DI 8 SALAN DE 4 KOÇBERÎ
Vegera koçberên ku ji sala 2018’an ve herî kêm 4 caran ji cih û warên xwe bûne, mijara sereke ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû ku hewl dida çareser bike. Bi lihevkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Şamê ya di 29’ê Rêbendanê de, vegeran jî dest pê kir. Di xala 14’an a peymanê de hukumê “Dabînkirina vegera kesên ji Efrîn, Şêxmeqsûd û Serêkaniyê koçber bûne ji bo bajar û gundên wan û erkdarkirina rêveberên herêmî di nava rêveberiyên sivîl ên van herêman de” ket meriyetê. Di vê çarçoveyê de karwanê yekem ê ji 400 malbatan, ango ji 2 hezar kesan pêk dihat, di 9’ê Adarê de bi rê ket û li malên xwe yên li Mabeta, Şiyê û Cindirêsê bi cih bû. Nêzî 10 hezar malbatên din jî xwe ji bo vegerê amade dikin.
DAXWAZA VEKIRINA KORÎDORA JI QAMIŞLO
Nêzî 500 malbatên Efrînî li Kobanê ne, zêdetirî 10 hezar malbat jî li Herêma Cizîrê ne. Li gorî agahiyên ku me ji çavkaniyên xwe girtine, Rêveberiya Xweser daxwaz kiriye ku koridorek ji Qamişlo ber bi Efrînê ve were vekirin û pêvajoya vegerê di nava hefteyek an deh rojan de bi dawî bibe. Lê hikûmeta demkî ya li Şamê ev daxwaz red kir. Li ser vê yekê, koçber ne bi komî, lê wek komên piçûk, piştî ku malên wan hatin valakirin bi rê ketin.
ÇETE JI MALAN DERNAKEVIN
Bi dagirkeriyê re bi dehan malbatên çeteyan ji herêmên wekî Hums, Hema, Şam û Dêrazorê li malên gel hatibûn bicihkirin. Li gorî peymana HSD-Şamê, divê malbatên çeteyan teqez malên gel vala bikin. Lê belê hin çete malan vala nakin û ji malbatên vedigerin re zehmetiyan derdixin. Piraniya van çeteyan bêtirî Şamê, bi fermana dewleta Tirk tevdigerin. Hat hînkirin ku li gundê Şêxûrzê yê navçeya Bilbilê, gundê Dêwrîş ê Raco û gundên Basilê û Kîmarê baregehên Tirkiyeyê hene; çeteyên di van baregehan de gundan vala nakin û vegera koçberan qebûl nakin.
PÊŞNIYARA TUGAYÊ JI BO EFRÎNÊ
Yek ji mijarên sereke ji bo pêkanîna vegeran, dabînkirina ewlehiyê bû da ku gel di nava tirsê de neyê jiyandin. Li gorî agahiyên ku me bi dest xistine, Efrîniyan daxwaz kiriye ku tugayeke ku hemû endamên wê Efrînî bin, ji bo demekê li Efrînê were avakirin. Hat hînkirin ku ev daxwaz ji aliyê Rêveberiya Xweser ve bi erênî hatiye nirxandin, lê hîn biryara dawî nehatiye girtin û nîqaş berdewam dikin. Li gorî Peymana 29’ê Rêbendanê, tugayên ku li Hesekê, Qamişlo û Kobanê werin avakirin, dê bi ser Tumena 60’emîn ve bin.
MESAJA ‘EFRÎN NE BAJAREKÎ ROJAVA YE’
Di demeke nêz de derket holê ku pirsgirêka ewlehiyê li Efrînê berdewam dike. Çete û hin eşîrên Ereban di 21’ê Adarê de bi gotin û kiryarên nijadperest-mezhebperest êrîşî gelê ku dixwest Newrozê pîroz bike kirin û heqaret li sembolên Kurdî kirin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn bang li gel kir ku li hemberî provokasyonan baldar bin. Me ji Hevserokê Meclisa Civakî ya Efrînê Îbrahîm Heftaro pirsî ku tevî peymanê çima tabloyeke wiha derket holê. Heftaro êrîşên li ser Kurdan bi van gotinan nirxand: “Li Efrînê piştî 8 salan Newroz bi coş hat pîrozkirin. Ev yek jî çû zorê dewleta Tirk û hin eşîrên Ereban. Bi ramanê ku Efrîn êdî ji destê wan derketiye tevgeriyan û dest bi êrîşê kirin. Hewl dan provokasyonan derxin, zextê li gel bikin û şerekî Kurd-Ereb derxin. Xwestin mesaja ‘ev der ne bajarekî Rojava ye’ bidin. Û tabloyeke wiha xirab derket holê. Hem me û hem jî Şamê bangên pêwîst li gel kirin.”
Krîza aborî û bêkarî yek ji pirsgirêkên ku kesên vedigerin pê re rû bi rû ne. Beriya dagirkeriyê gel debara xwe bi hilberîna zeytûnan dikir; bazirganiya zeytûn û rûnê zeytûnê çavkaniya sereke ya debarê bû. Lê bi destpêkirina dagirkeriyê re nêzî milyonek dar ji aliyê komên çete yên wekî Hemzat, Emşat, ANS û Siltan Murat ve hatin birîn, qadên daristanî hatin şewitandin. Dar wekî êzing hatin bikaranîn û li ser erdan baregehên leşkerî hatin avakirin. Her çend Rêveberiya Xweser piştgiriyek madî bide gelê ku vedigere jî, krîza aborî ya li seranserê Sûriyeyê dê bandorê li gel jî bike.
LI SERÊKANIYÊ ŞERTÊN VEGERÊ TUNE NE
Serêkaniyî jî di çarçoveya Peymana 29’ê Rêbendanê de li bendê ne ku vegerin malên xwe. Serêkaniyê di sala 2019’an de ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hat dagirkirin. 75 hezar kesên ji cih û warên xwe bûne, ji aliyê Rêveberiya Xweser ve li kampên Serêkaniyê, Waşokanî û Newrozê hatin bicihkirin. Li Serêkaniyê jî mîna Efrînê polîtîkaya “Tirkiyekirinê” hat xistin meriyetê û sûcên guhertina demografîk hatin kirin. Malbatên çeteyan ên ji derve hatine anîn, li nêzî 5 hezar û 700 malên Kurdan ên desteser kirî hatin bicihkirin; zeviyên çandiniyê, çavkaniyên xwezayî û avahiyên dîrokî hatin talankirin.
45 GUNDÊN KURDAN HATIN RÛXANDIN
Niha piştî guhertinên ewlehî, leşkerî û îdarî, amadekariyên vegera bi rûmet a gel tên kirin. Gel dixwaze mal û milkên wan werin radestkirin, malbatên çeteyan derkevin, dagirkeriya Tirk bi dawî bibe û mecliseke herêmî were avakirin. Lê belê hat hînkirin ku çete malan vala nakin û nêzî 45 gundên Kurdan di rêjeya ji sedî 70-80 de hatine rûxandin. Me astengiyên li pêşiya vegeran ji Berpirsê Komîteya Koçberên Serêkaniyê Parêzer Ciwan Îso pirsî. Ciwan Îso got: “Ji bo vegeran hawirdoreke ewle tuneye. Ji bo ku gel bi metrsiyan re rû bi rû nemîne, ewlehî şert e. Ji aliyê din ve, taxên Kurdan hatine talankirin. Mal hîn nehatine valakirin û malên ku tên valakirin jî tên rûxandin. Ev di rastiyê de peyamek e ji gel re ku dibêjin ‘Me 6 salan di malên we de jiyan kir, dema em diçin jî em xira dikin da ku hûn venegerin’. Lê belê gelê ku bi salan di bin şert û mercên herî giran de li kampan li ber xwe daye, biryardar e ku vegere.”
DIVÊ ÇETE WERIN DERXISTIN, DAGIRKERÎ BI DAWÎ BIBE
Di çarçoveya peymanê de vegera Serêkaniyiyan dê parêzgeha Hesekê dabîn bike. Piştî Efrînê divê ji bo vir jî gavan werin avêtin, lê çavkaniyên ku me pê re xeber da diyar kirin ku ji ber çete malan vala nakin û dagirkerî bi dawî nabe, salnameya vegerê hîn ne zelal e. Ciwan Îso yê ku van agahiyan pişrast kir, daxwazên gelê Serêkaniyê wiha rêz kirin: “Wekî avahiyeke îdarî girêdayî parêzgeha Hesekê bûn, derketina çeteyan, vekirina rêyan, bidawîbûna dagirkeriyê, erkdarkirinên ji aliyê parêzgehê ve û Kurdbûna kesên tên erkdarkirin daxwazên me yên sereke ne. Her wiha divê ewlehî ji aliyê Asayîşeke ku ji xelkê herêmê pêk tê ve were dabînkirin, kesên sûc kirine werin darizandin û piştgiriya madî pêşkêşî kesên vedigerin were kirin. Li gel vê, em niha tu saziyên fermî yên li wir nas nakin û ew ne rewa ne. Ji ber vê yekê, avakirina mecliseke nû ya ji xelkê herêmê pêk tê elzem e. Ji ber ku li Serêkaniyê bajarekî Kurd û dîrokek heye, kes nikare vê înkar bike.”

