Li gorî agahiyên ji herêmê komên çeteyan îro (8 Çile) saet derdora 10.00’an, ji aliyê Çerxerêya Şêxan ve, bi tangek û 5 wesayîtên ku çekên doçka li ser hatine barkirin, êrişî Şêxmeqsud û Eşrefiyê bikin.
Li ser vê yekê Hêzên Ewlekariyê ew xistin kemînê û derbeyên giran li wan xistin. Li gorî agahiyan di encama pevçûnan de wesayîteke çeteyan a ku doçka li ser barkirî bû, bi temamî hat rûxandin. Her wiha gelek kûştî û birîndarên çeteyan çêbûn, lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Hate ragihandin ku çeteyan ji aliyê Girê Kastelo ve jî êrişek pêk aniye, hêzên ewlekariyê bersiva tund daye, êriş têk biriye.
Her wiha li derdora Nexweşxaneya Yewnanî çeteyek hat kuştin. Çeteyên êrişkar, cenaze li erdê hişt û reviyan.
Hat ragihandin ku li Kastelo û Çerxerêya Şêxan şer û pevçûn berdewam dikin.
Bombebarana çeteyan a bêseruber ku sivîlan dike hedef jî berdewam e.

