Yekşem, 22 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Di Konferansa YCK-KURD Çukurovayê de banga ji bo rêxistinbûn û jiyana komînal

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dersim tayînkirina qeyûman di salvegera duyemîn de hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê çû Îmraliyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    TUHAY-DER: Ji bo aştiyê divê binpêkirinên li girtîgehan bi dawî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Nezahat Teke: Emrê me saetek jî bimîne em ê ji bo aştiyê têbikoşin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Qamişloyê mêr li dijî tundiya li jinê meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên HPG û YJA Starê salvegera damezrandinê ya 48’an a PKK’ê nirxandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara kesên li Awdananê hatin binçavkirin, gihîşt 12’an

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ûgûr Kaymaz û bavê wî hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK û PDK’ê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê nasnameya 5 şehîdên Rojhilat eşkere kir: Şehîd pisûlaya me ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Jin têkoşîna hebûnê didin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koçberî, xizanî û tundî: Şerê bêdawî yê li dijî jinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran çalakiyên 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya civîna Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizaniya jinan kûrtir dibe: Di serlêdanên DÎKASUM’ê de daxwaza piştgiriya aborî di rêza yekem de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Divê jin li dijî hişmendiya baviksalar di komînan de xwe bi rêxistin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Şaredara Kobanê Almaz Romî dest bi peywira xwe kir
Rojava

Şaredara Kobanê Almaz Romî dest bi peywira xwe kir

Şaredara Kobanê Almaz Romî bi beşdariya cîgirê serokatiya şaredariyê Ebdulxenî Muslim û endamên Meclisa Rêveber a Şaredariyê dest bi peywira xwe kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Nîsan 2026 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Beriya çend rojan şandeyek ji Rêveberiya Kobanê û hin kesayetên siyasî serdana parêzgeha Helebê kir, di wê serdanê de Almaz Romî weke Şaredara Kobanê ji hêla Parêzgarê Helebê Ezam Xerîb ve bi awayekî fermî hat tayînkirin. 

Bi amadebûna şandeyek ji hikumeta demkî ya ji parêzgeha Helebê, endamên Meclisa Rêveber a Şaredariya Kobanê û nûnerên ji Rêveberiya Kobanê Almaz Romî erkên xwe yên Şaredara Kobanê wergirtin û Muslim Ebdulxenî jî wek cîgirê wê hat tayînkirin.

Piştî merasîma wergirtinê, Şaredara Kobanê Almaz Romî li pêş avahiya Şaredariya Gel a bajarê Kobanê axivî û got: “Li gorî tedbîrên peymana 29ˊê Çileyê, wê saziyên bi saziyên hikumetê re entegre bibin. Me îro li Kobanê proseya entegrasyona saziyên Şaredariya Kobanê li nava Şaredariya Giştî ya Gel dest pê kir. Ji bo vê yekê me beriya 2 rojan civînek bi Parêzgarê Helebê re li dar xist û wek Seroka bajarê Kobanê hatim erkdarkirin.”

Almaz anî ziman ku: “Me îro erkên xwe weke Şaredara Kobanê wergirtin, me Meclisa Rêveber a Şaredariya Kobanê ava kir, da ku em wek tîmekê xebatên herî baş pêşkêşî gelê xwe bikin.”

Di dawiyê de Almaz soz da ku “Em wêneyekî baş û xweşiktir pêşkêş bikin, her tim di xizmetî gelê xwe de bin û pêdiviyên wan tevahî pêk bînin.”

Endamên Meclisê ev in; Mehmûd Remî, Osman Mistefa Mihemed, Yara Bozan Ebdî, Narîn Boz û Ehmed Mihemed Şêxo.

AGAHIYÊN DERBARÊ ALMAZ ROMÎ DE

Almaz Romî ku wekî Şaredara Kobanê dest bi kar kiriye, jiyana wê û paşeroja wê ya siyasî balê dikşîne.

Almaz Romî di sala 1989’an de li gundê Helincê yê bajarê Kobanê ji dayik bûye, zewicî ye û dayika du zarokan e. Almaz Romî ji Akademiya Sporê ya Zanîngeha Helebê mezûn bûye, di Koordînasyona Sendîkaya Mamosteyan a Kobanê de xebat meşandiye û piştî Şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an wek mamoste xebitiye.

Di sala 2013’an de wek Hevseroka Lijneya Ciwan û Sporê hat tayînkirin û di sala 2017’an de peywira Cîgira Serokatiya Lijneya Jinan girt ser xwe. Di sala 2018’an de di nava Koordînasyona Kongra Star de cih girt.

Almaz Romî di sala 2020’an de wek Rêvebera Têkiliyên Gel a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) xebat meşand û di sala 2024’an de bû Hevseroka Lijneya Ekolojiyê.

Piştî serdana şandeyek ji rêveber û kesayetên siyasî yên bajarê Helebê, ji aliyê Parêzgarê Helebê Ezam Xerîb ve bi fermî wek Şaredara Kobanê hat tayînkirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KOBANÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Qamişloyê ji bo şehîdan merasîm hat lidarxistin
Nûçeya Pişt re Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Karadaş: Tirkiye ji bo hevkariya bi DYE’yê re hevrikiyê bi Îsraîlê re dike

Rojnamevan-nivîskar Yûsûf Karadaş anî ziman ku gotinên hikumeta Tirk ên li ser gefên Îsraîlê ji…

Ji aliyê Stêrk TV

10 Wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (256)

Konfiransî salaney MESA(3)Qazî: Debê tewaw berbest bê be rojhelatî nawerast?Sîvan Se'îd: Ewe yek ebê le…

Ji aliyê Hesen QAZÎ

Hevşaredar hatin girtin û qeyûm tayînê cihê wan hat kirin

Piştî ku hevşaredarên Akdenîz a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Aslan şevê din hatin girtin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Kobanê bi ser ket û bû dayîka tevahî cîhanê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Xwendekarên li Qamişlo û Dêrikê ji bo Kurdî û Zanîngeha Rojava meşiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Til Temirê mayinek teqiya, kesek birîndar bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Dirbêsiyê û Amûdê çalakiyên 25’ê Mijdarê hatin lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?