Beriya çend rojan şandeyek ji Rêveberiya Kobanê û hin kesayetên siyasî serdana parêzgeha Helebê kir, di wê serdanê de Almaz Romî weke Şaredara Kobanê ji hêla Parêzgarê Helebê Ezam Xerîb ve bi awayekî fermî hat tayînkirin.
Bi amadebûna şandeyek ji hikumeta demkî ya ji parêzgeha Helebê, endamên Meclisa Rêveber a Şaredariya Kobanê û nûnerên ji Rêveberiya Kobanê Almaz Romî erkên xwe yên Şaredara Kobanê wergirtin û Muslim Ebdulxenî jî wek cîgirê wê hat tayînkirin.
Piştî merasîma wergirtinê, Şaredara Kobanê Almaz Romî li pêş avahiya Şaredariya Gel a bajarê Kobanê axivî û got: “Li gorî tedbîrên peymana 29ˊê Çileyê, wê saziyên bi saziyên hikumetê re entegre bibin. Me îro li Kobanê proseya entegrasyona saziyên Şaredariya Kobanê li nava Şaredariya Giştî ya Gel dest pê kir. Ji bo vê yekê me beriya 2 rojan civînek bi Parêzgarê Helebê re li dar xist û wek Seroka bajarê Kobanê hatim erkdarkirin.”
Almaz anî ziman ku: “Me îro erkên xwe weke Şaredara Kobanê wergirtin, me Meclisa Rêveber a Şaredariya Kobanê ava kir, da ku em wek tîmekê xebatên herî baş pêşkêşî gelê xwe bikin.”
Di dawiyê de Almaz soz da ku “Em wêneyekî baş û xweşiktir pêşkêş bikin, her tim di xizmetî gelê xwe de bin û pêdiviyên wan tevahî pêk bînin.”
Endamên Meclisê ev in; Mehmûd Remî, Osman Mistefa Mihemed, Yara Bozan Ebdî, Narîn Boz û Ehmed Mihemed Şêxo.
AGAHIYÊN DERBARÊ ALMAZ ROMÎ DE
Almaz Romî ku wekî Şaredara Kobanê dest bi kar kiriye, jiyana wê û paşeroja wê ya siyasî balê dikşîne.
Almaz Romî di sala 1989’an de li gundê Helincê yê bajarê Kobanê ji dayik bûye, zewicî ye û dayika du zarokan e. Almaz Romî ji Akademiya Sporê ya Zanîngeha Helebê mezûn bûye, di Koordînasyona Sendîkaya Mamosteyan a Kobanê de xebat meşandiye û piştî Şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an wek mamoste xebitiye.
Di sala 2013’an de wek Hevseroka Lijneya Ciwan û Sporê hat tayînkirin û di sala 2017’an de peywira Cîgira Serokatiya Lijneya Jinan girt ser xwe. Di sala 2018’an de di nava Koordînasyona Kongra Star de cih girt.
Almaz Romî di sala 2020’an de wek Rêvebera Têkiliyên Gel a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) xebat meşand û di sala 2024’an de bû Hevseroka Lijneya Ekolojiyê.
Piştî serdana şandeyek ji rêveber û kesayetên siyasî yên bajarê Helebê, ji aliyê Parêzgarê Helebê Ezam Xerîb ve bi fermî wek Şaredara Kobanê hat tayînkirin.

