Hate ragihandin ku komeke çekdarî derbas bajarê Siqêlbiyê yê gundewarê parêzgeha Hemayê bûn, êrişî hejmarek keç û xortan kir, pevçûn derket, çekdaran gefên avêtina bombeyan xwarin.
Li gorî agahiyê hatin bidestxistin, piştî bûyerê hejmarek din a çekdaran ji gundên derdorê ketin bajêr, li gelek taxan dengê avêtina guleyan hat bihîstin. Hejmarek qehwexane û kafetirya hatin şikandin, êrişî keç û xortan hatin kirin.
Li hember vê bûyerê, hêzên ewlehiyê yên hikumeta demkî nikarin destwerdanê bikin, binpêkirinan rawestînin û aramiyê li bajêr vegerînin.

