Çeteyên hikumeta demkî 4 caran li pey hev Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir bi çekên giran topbaran dikin.
Di encamê de kehrebe li ser nexweşxaneyê qut bû. Ev yek nîşana pêkanîna karesateke mirovî ye, ji ber li Nexweşxaneya bi dehan birîndarên êrişên çeteyên hikumetê hene.
Ji 3 rojan ve taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên bajarê Helebê bi çekên giran ji hêla komên çete yên hikumeta demkî ve tên topbarankirin, bi wê re şehîd û birîndar çêbûn.

