Dewleta Tirk êrişa li ser goristanan vê carê li Minbicê kir. Çeteyên ser bi Enqereyê ve şehîdgeha li Minbicê bi êrişên li derveyî mirovahiyê wêran kirin.
Di dîmenan de ku ji aliyê ANHA’yê ve hatin weşandin, komên çete bi rengekî hovane êrişê dibin ser wêneyên şehîdan û xera dikin.
Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku gorên li şehîdgehê jî hatin xerakirin.
Li gorî çavkaniyan, kiryarên çeteyên mîna yên çeteyên DAIŞˈê ne ku dema di sala 2014ˈan de derbasî Minbicê bibûn, gora Sehabî Emar Bin Yasir û Mizgefta Ûweys El Qerenî û Mizgefta Eqîl El Minbicê xirab kirin.