Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên di nava hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de ne êrişên li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên bajarê Helebê, piştî hewlên ketina van taxan, dewam dikin. Lê Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê bersiva wan êrişan didin. Di encama êrişên çeteyan de heta niha 7 kes şehîd bûne û 52 kes birîndar bûn.
Li gorî ajansa ANHA’yê alî û komên bi navê tev li hêzên hikumeta demkî bûne û di lîsteyên cezayên navneteweyî de ne. Çeteyên ku van êrişan dikin bi vî rengî ne:
ÇETEYÊN NÛREDÎN EL ZENKÎ
Ev kom 1`ê Mijdara 2011`an hate avakirin. Girêdayî artêşa Tirk a dagirker e û tev li êrişên li dijî taxa Şêxmeqsûd a Helebê bûn ku ji 2012`an heta 2016`an dom kir û gelek sûc li dijî sivîlan kirin.
Li gorî gelek serçeteyên vê komê, ev kom xwedî îdeolojiya “îslama nerm” e. Lê tevger û kiryarên komê, li gorî perspektîfên irqî, mezhebî û selefî ne. Bûyera serjêkirina zarokekî filistînî di 19`ê Tîrmeha 2019`an de li taxa Şaar a Helebê, mînakeke wê ye.
Piştî wê bûyerê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bernameya “Timber Sycamore” betal kir ku piştgirî dida komên çeteyên dewleta Tirk û fînanse dikir. Li gorî gelek raporan Tirkiye bi rêya Wezareta Veguhastinê ew fînanse dikirin.
Çeteyên El Zenkî sala 2015`an di dan û standinên aştiyê yên li Viyanayê de kete lîsteya terorê. Wê demê Urdun bi erka diyarkirin an jî sazkirina lîsteya komên terorîst rabû.
Li gorî Rêxistina Efûyê çeteyên Nûredîn El Zenkî û çeteyên 16, Cebha El Şamiye û Ehrar El Şam, salên 2014 û 2015`an rojnamevan û karmendên saziyên xêrxwaziyê yên mirovî li herêmên di bin kontrola xwe de revandine û îşkence lê kiriye. Her wiha bi tawaneke din hatin tawanbarkirin ku her kesê dijberî wan disekinî, ji banan diavêtin.
Çeteyên Nûredîn El Zenkî sala 2019`an piştî şerên dijwar bi Heyet Tehrîr El Şam re xwe ji hev xist û di bin navê “Lîwa El Salês” de tev li Feyleq El Mecid bû.
ÇETEYÊN FEYLEQ EL MECID
Ev kom sala 2017`an ji aliyê îstixbarata dewleta Tirk ve hate avakirin. Cara yekemîn sala 2018`an tev li êrişa li dijî Efrînê bûn ku di encamê de bajar hate dagirkirin. Piraniya êrişên komê, li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn. Bi awayekî rastîn tev li şerên li dijî rejîma berê nebûn. Ev jî li dijî armancên komê ne ku ragihandibû armanceke wê “şerê li dijî rejîmê” ye.
Rast e, ev kom li gorî komên berê nû bû lê serçeteyê wê bi navê Yasir Ebdurehîm xwedî dîrokeke tijî sûcên li dijî gelê Sûriyeyê û Kurdan e. Serokkomarê dewleta Tirk a dagirker her tim pesnê wî dida.
Ebdurehîm ji gundê Tîrmenîn ê bajarê Idlibê ye. Dema serçeteyê Feyleq El Şam, gelek dîmenên wî hene ku salên 2015 û 2016`an li taxa Şêxmeqsûd a Helebê sivîlan topbaran dike. Di encamê de zêdetirî 350 sivîl şehîd bûn. Her wiha bi bikaranîna çekên kîmyewî 3 caran li dijî taxa Şêxmeqsûd a Helebê sala 2016`an, tê tawanbarkirin.
Sala 2019`ê çeteyên koma wî şervana YPJ`ê Çîçek Kobanê dîl girt, wê demê wêneyek li kêleka wê kişand û ala Tirkiyeyê maç dike û gefa serjêkirinê lê dixwe. Şervan Çîçek Kobanê tev li berxwedana rûmetê bû, beriya ku li gundê Meşrefe bê girtin.
Li kêleka dan û standina xirab a bi dîlgirtiyan re, navê Ebdurehîm di gelek sûcên din de derbas dibe; serjêkirina zarokekî filistînî li Helebê û lîstina bi cenazeyê şervanên QSD`ê.
Çeteyên Feyleq El Mecid bi giştî li bajarê Girê Spî yê dagirkirî ne. Destê wan di guhertina demografîk, revandin, îşkencekirina şêniyan de heye.
Her wiha çeteyên vê komê bi awayekî veşartî, li ser fermanên artêşa Tirk çûn Lîbya û Nîjerê.
ÇETEYÊN FEYLEQ EL ŞAM
Ev kom, serçeteyê li ber dilê Erdogan biha ye heta ku “El Wekîl” bi nav kir, ji ber ku ji destpêka 2016`an ve tev li tevahî êrişên dewleta Tirk a dagirker bû ku di encamê de gelek beşên Sûriyeyê dagir kirin.
Nêzî hezar çeteyên vê komê li kêleka “Hikumeta Wîfaq Watanî” ku artêşa dewleta Tirk piştgiriya wê dike, li dijî hikumeta Lîbyayê ya din ku Rûsya piştgiriya wê dike, şer kir. Erdogan di şerê xwe yên li Qerebaxê de li kêleka Azerbeycanê li dijî Ermenistanê şer kir.
Destê wî di girtin û îşkencekirina muxalîfên li dijî hebûna artêşa Tirk ên li Sûriyeyê û Efrînê de heye.
Ev kom Adara 2014`an wek beşeke hevalbendiya “Ceyş El Fetih” û Heyet Tehrîr El Şam hate avakirin û havîna 2015`an navenda Idlibê kontrol kir, dûre bi HTŞ`ê re li ser kontrokirina gelek herêman li parêzgeha Idlibê û hin herêmên derdorê, bi hev ketin.
ÇETEYÊN CEBHE EL ŞAMIYE
Sala 2014`an li Helebê hate avakirin. Tev li êrişên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye bûn, bajarê Efrînê û herêmên Şehbayê dagir kirin û bû sedema şehîdxistin û birîndarkirina bi hezaran sivîlan li wan herêman.
Ezam Xerîb (Ebş El Iz Seraqib) serkêşiya vê komê dike. Ev serçete berpirsê kar û xebatên parêzgeha Helebê ye. Bi dizîna malên komê tê tawanbarkirin.
Sala 2021`an tev li “Feyleqa Sêyemîn ê Ceyş El Watanî” bû. Ji 5 koman pêk tê. Jê ya herî girîng “Cebhe Îslamiye” ye ku li gorî daxuyaniya avakirinê sala 2013`an armanc dike “Dewleta Îslamiye Reşîde” ava bike.
Her wiha di nava çeteyên vê komê de komên din ku dûre ji hev hatin xistin, hene. Mîna çeteyên “Ceyş El Mucahidîn”, “Ketaêb Nûredîn El Zenkî” yên ku qebûl nekir tev li çeteyên Feyleq El Mecid bibin, bermahiyên din ên biçûk mîna “Kombûna Îsteqêm Kema Umirt” ên ku ji ber nakokiyên hundirîn li ser diziyê û berjewendiyên kesayetî, hegemonyaya wê qels bû.
ÇETEYÊN EL EMŞAT Û EL HEMZAT; “HÊZA HEVBEŞ”
Navê vê komê ji sala 2011`an ve gelek caran ji ber cudabûna jêderên fînansekirinê hatin guhertin. Destpêkê “Koma Xeta Nar” dûre “Lîwa El Sultan Silêman Şah” ku ev nav vedigere pêşiyên Osmaniyan, piştî bû yek ji komên herî zêde girêdayî artêşa Tirk û ji armancên xwe yên ku destpêkê li dijî rejîma Sûriyeyê danîn, dûr ketin û êrişî herêmên Kurdan kir.
Li gorî agahiyan, endamên îstixbarata Tirk payîza 2016`an dema rejîma Baasê taxên rojhilatê bajarê Helebê dorpêç kirin, di baregehên çeteyên “Lîwa El Sultan Silêman Şah” de ya li taxa Hêderiye ya Helebê, asê mabûn.
Ruxmî ku xwe wek komeke Tirkmen nîşan dide, ji ber ku serçete û piraniya endamên wê ji pêkhateya Tirkmen a Sûriyeyê ne, lê di rastiyê de “Tirkên Nû” bûn.
Çeteyê “Bi Emşe” ji qebîleyên Ereb e, ne yên Tirkmen. Ji bajarê Hosa yê herêma Cibalîn a bakurê Hemayê ye. Berê ajokarê wesayîtên çandiniyê û patozan bû. Lê piştî şoreşê, veguherî kujerê gelê Sûriyeyê û ji ajandeyên Tirkiyeyê re xizmet kir.
El Hemzat yan jî “Firqeya Hemza” serçeteyê bi navê “Seyf Bûlad Ebû Bekir” serkêşiya wê dike. Sala 2016`an li ser fermana Tirkiyeyê li bajarê Mareyê bi beşdariya gelek koman hate avakirin.
Erka vê komê ye ku rasterast tev li planên dewleta Tirk ji bo koçberkirina Kurdan û guhertina demografiya herêmên wan bibe. Revandina jinên Kurd û girtina wan di girtîgehên veşartî de ku bi tesadufî sala 2020`an ji aliyê kesên li dijî çeteyan derketibûn, hate aşkerakirin, mijara herî zêde bal kişandiye ser vê komê ye.
Navê Ebû Bekir di kuştina çalakvan û rojnamevan Mihemed Ebdullatîf (Ebû Xenûm) û hevjîna wî ya ducanî li bajarê Babê yê bakurê Helebê sala 2022`an, derbas bû.
Bi hezaran sûc li dijî gelê Sûriyeyê kirin. Ji ber van sûcan Wezareta Gencîneyê ya DYA`yê sala 2023`yan ceza li koma El Hemzat û El Emşat birîn.
Hevkariya serçeteyên her du koman bi serokê partiya MHP`ê ya Tirkiyeyê Devlet Bahçelî û serokê mafyayê yê Tirk Alaattîn Çakici re heye.
Di gelek raporan de, hate diyarkirin ku çeteyên girêdayî “Tevgera Gurên Boz” (baskê çete yê MHP’ê) di nava komên El Emşat û El Hemzat de li bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê şer dikin.
Çeteyên her du koman komeke hevbeş bi navê “Hêza Hevbeş” ava kir û piştî hevdîtina bi El Şerî re ji koma Îtîlafê Watanî ya Sûriyeyê qut bûn, bêyî ku sedemê diyar bikin. Hate gotin ku ev yek bi fermana Tirkiyeyê bû.
LÎWA SULTAN MÛRAD
Li gorî raporan, koma çete ya bi navê Lîwa Sutlan Murad di navîna sala 2012ˈan de ji aliyê îstîxbarata Tirk ve hat avakirin. Tişta balkêş; navê komê ji yê sultanekî Osmanî yê herî xeternak hatiye girtin. Ji komên ku di nava Lîwa Sutlan Murad de cih digirin ev in: Lîwa Sultan Mihemed El Fatih, Lîwa Zekî Tirkmenî, Lîwa Eşbal El Eqîde. Bermahiyên çeteyên DAIŞˈê yên ku di dema pêngava rizgarkirina Baxozê de reviyane jî, di nava vê komê de hene. Her wiha hejmareke mezin a leşkerên Tirk û endamên îstîxbarata Tirk di nava vê komê de cih digirin. Endamên vê komê ku bi cilên “Firqeya Leşkerî” û alên çeteyên “Sultan Murad” û ala Tirk tev digerin, sewqiyatên leşkerî Tirkiyeyê derbasî herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî dikin.
Çeteyên Sutlan Mûrad dema bajarê Minbicê di 10ˈê Kanûna 2024ˈan dagir kirine, birîndarên şer qetil krin. Ji dîmenên hatin parvekirin, xuya dibe çeteyên vê komê ku bi zimanê erebî û tirkî diaxivin, fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û sivîlên ku li pêşiya dagirkirinê digirtin qetil dikin.
Koma çete ya Sultan Mûrad koma yekemîn e ku daxwaza dewleta Tirk a şandina çeteyên sûriyeyî ji bo şerê li Lîbyayê, Nîjer û Azerbaycanê erê kir û rê li ber çeteyên din vekirin. Ji ber diziya mûçeyan a ji aliyê serçeteyê komê ve û tevlêbûna şerê li Lîbya û Nîjerê nêzî 3 hezar çete ji vê komê vekişiyan.
Çeteyên Sultan Mîrad dema dagirkirina Efrînê di 2018ˈan de, wêneyekî mezin ê Erdogan li çiyayê Xer ê bajarokê Bilbilê danî.
Lîsteya çeteyên Sultan Mûrad bi sûcan tijî ye. Li Efrîn û Ezazê yên dagirkirî sûcên herî qirêj wekî revandin, destdirêj û şantajkirin dikin. Her wiha girtîgeha Raî ya herî xirab jî û gelek girtîgehên MÎTˈê bi rê ve dibin.
KOMA ÇETE YA FIRQET EL MÛTESEM
Koma çete ya bi navê Firqet El Mûtesem di havîna 2015ˈan de li bajarê Mari yê bakurê Helebê hat avakirin. Çeteyên vê komê destpêkê li gundewarê bakurê Laziqiyê çalak bûn, piştre HTŞˈê ew neçar kirin ku ji biçin gundewarê bakurê Helebê.
Çeteyên Firqet El Mûtesem ketina artêşa Tirk a dagirker a nava axa Sûriyeyê hêsan kir. Her wiha beşdarî êrişên dagirkirinê yên li ser Efrîn (2018) û Girê Spî û Serêkaniyê (2019) bûn.
Li dijî serçeteyê koma Firqet El Mûtesem tawanên “xiyanet, gelendî, bikaranîna şaş a desthilatê, diziya malên şoreşê û malên giştî” hene. Ev jî tawan jî bû sedem ku di navîna 2024ˈan de nakokiyên navxweyî di navbera wan de çêbin.
EL CEBHA EL WETENIYA LITEHRÎR
Koma çete ya bi navê El Cebha El Weteniya Litehrîr (Eniya Rizgariya Nîştimanî) di sala 2018ˈan de hat avakirin. Di serî de çeteyên Ceyş El Nesir, Ehrar El Şerqiye û Cebhet Tehrîr Sûriye, Ceyş El Nuxbe û Siqûr El Şam ji gelek komên din ên çete pêk tê. Çeteyên van koman di sala 2015 û 2016ˈan de êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirin. Di encama van êrişan de bi sedan sivîl hatin qetilkirin û bi sedan jî koçber bûn.
Çeteyên Ehrar El Şerqiye ya beşek ji El Cebha El Weteniya Litehrîr e, di 20ˈê Adara 2023ˈyan de li bajarê Cindirêsê yê Efrînê êrişa malbata Pêşmerg a ku pîrozbahiya Newrozê li dar xisitbû, kir. Di encamê de ji malbatê 5 kes şehîd bûn û hejmareke din birîndar bûn. Li hemberî vê êrişên nerazîbûnên mezin derketin pêş û banga hesabpirsînê ji êrişkaran hat kirin.
Bi hilweşîna rejîma Baasê re ev kom bi fermana ji dewleta Tirk a dagirker tev li qaşo “Artêşa Sûriyeyê” bûn, lê şeklî man. Hîna jî di bin kontrola dewleta Tirk a dagirker de ne, êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam kirin û êrişa herî mezin jî li dijî Bendava Tişrînê bû.

