Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, ji bo Cidan Şahîn (Cafer) ê ku hatibû ragihandin di sala 1995an de li Geverê şehîd ketiye, merasîmeke sersaxiyê hat lidarxistin. Çetin Arkaş ji Sekreteryaya Îmraliyê, Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) ên Rihayê Omer Ocalan û Ferit Şenyaşarî, rêxistinên bajêr û navçeyan ên DEM Partiyê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên ku Xizmên xwe di Dergûşa Şaristaniyê de Windakirine (MEBYA-DER) û gelek welatî beşdarî sersaxiyê bûn.
Çetin Arkaş di sersaxiya ku li Mala Sersaxiyê ya Hasan Huseyin hatî lidarxistin de axivî û diyar kir ku axaftina wî dê bibe yek ji axaftinên herî dijwar: “Mirov li pey her şehîdekî hestiyar dibe, êşa wî di kûrahiya dilê xwe de hîs dike. Piştî şehadeta hinek hevalên ku mirov gelek tişt bi wan re parve kirine, gelek demên tal û şîrîn bi hev re derbas kirine, vegotina wan hîn giran û dijwartir e. Nêzîkî 8 meh in ez li derve me, ez beşdarî gelek civînên gel bûm, lê belê dibe ku ev ji bo min axaftina herî giran be. Heval Cidan, navê wî yê kod li wir nivîsandiye; Cafer. Ew nav ji Cafer Demîrel tê. Cafer Demîrel jî hevalê me bû. Yek ket, yê ku li ser piyan ma navê wî girt û xwest di têkoşîna xwe de navê wî jî bide jiyîn. Cidan ket, niha bi dehan hevalên wî yên şervan navê wî girtine, mîna pêşbirka alayê.”
ME HEVALTİYA TÊKOŞÎNÊ KIR
Arkaş bîranînên xwe yên bi Cidan Şahîn re vegot: “Heval Cidan li Hiqûqa Stenbolê dixwend. Ez jî li Siyasala Stenbolê bûm. Em di heman kampûsê de bûn, me di heman malê de hevaltiya malê, hevaltiya dibistanê û hevaltiya têkoşînê kir. Me gelek tişt û gelek serborî bi hev re dîtin. Beriya 35 salan li Tirkiyeyê ewqas zanîngeh tune bûn. Ketina zanîngehê ne hêsan bû. Qezenckirina Fakulteya Hiqûqê ya Stenbolê ne karekî her kesî bû; tenê mirovên pir zîrek dikaribûn wan dibistanan qezenc bikin. Heval Cidan hevalekî mêrxas û di heman demê de zîrek bû. Salên 90’î salên pir bi êş bûn.
CİDAN DI NAV ME DE YÊ HERÎ WÊREK BÛ
Arkaş destnîşan kir ku ji tabloyeke bi êş heta îro hatine û wiha berdewam kir: “Me ev roj di nava xwe de nîqaş dikirin, me şoreşên cîhanê nîqaş dikirin. Me digot dê çi bibe, dê aqûbeta welatê me û têkoşîna me çi bibe? Wê demê hemû hevalên ku min nas dikirin canê xwe dabûn ber çavan û mirin dabûn ber çavên xwe. Kesî texmîn nedikir ku dê ewqas bijî. Me digot em ê herin, ji bo gelê xwe şer bikin, heta ku ji destê me tê şer bikin; heke em bikevin erdê jî, dê hinek werin û têkoşîna me dewr bigirin û bidomînin, lê em ê teqez bi ser bikevin. Ev biryardarî hebû. Yên ku pêşengiya vê têkoşînê dikirin jî xwendekarên nifşekî beriya me bûn. Yên ku temenê wan têrê dike dizanin, di destpêkê de ji Apoyiyan re dihat gotin xwendekar. Ji ber ku Rêber Apo, Kemal Pîr, Hayrî Durmuş, Mazlum Dogan, Hakî Karer, Alî Haydar Kaytan, Riza Altun, ev hemû xwendekarên zanîngehê bûn.
EM Ê BI SER BIKEVIN TEQEZ EM Ê BI SER BIKEVIN
Arkaş bal kişand ser keda mezin a ku heta van rojan hatiye dayîn û got: “Heke em îro gihîştibin vir, heke ev têkoşîn gihîştibe vê astê, ev bi saya van ewladên vî gelî yên herî hêja û qîmetdar e ku ne tenê mêrxas, di heman demê de zîrek û pêşeroja wan ronî bû. Tu tişt vala neçû. Berdêlên ku Cidan û şehîdên me yên din dan vala neçûn. Me gelek tişt afirandin, me şoreşa herî mezin pêk anî. Dema ez di girtîgehê de bûm min hinek tişt hîs dikirin, lê dema ez derketim min hema bêje li her derê geriyam. Me bi hemû saziyên xwe re li her derê civîn çêkirin. Encama ku ez gihîştimê ev e: Ez fêm nakim, em rêxistin in an dewlet in? Belkî li ser rûyê erdê rêxistineke bi qasî me mezin tune be. Navê me ne dewlet e, lê rêxistinbûyîneke me ya wisa berfireh û derfetên me yên wisa mezin hene ku ev hemû bi encama bedelên hevalên me yên ku ev tişt gav bi gav û tûgla bi tûgla afirandine, derketine holê. Em ê van ji bîr nekin û em ê dewrî nifşên pêşerojê bikin.

