Berdevkê Partiya Gel a Komarê (CHP) Denîz Yucel, piştî Civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) der barê desteserkirina Şaredariya Colemêrgê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) daxuyaniyek da.
Yucel da zanîn ku şandeyek ji endamên partiyê pêk tê wê sibê biçe Colemêrgê. Yucel got, “Vîna welatiyên me yên di 31’ê Adarê de di sindoqan de derket holê, di gelek mijaran de peyam ji desthilatê re şandin. Yek ji van jî tayînkirina qeyûman bû. Em ji tayînkirina qeyûman danê sibehê ji bo Şaredariya Colemêrgê fêm dikin ku hîn jî desthilat van peyaman fêhm nake.”
Yucel anî ziman ku şandina qeyûman bêtehamuliya li hemberî demokrasiyê ye û wiha berdewam kir: “Bêguman em li aliyê îradeya gelê Colemêrgê ne û li dijî nêzîkatiya qeyûman e. Di civîna me ya MYK’ê de ev mijar hat nîqaşkirin û bi biryara MYK’ê re em ê sibê bi Alîkara Serokê Giştî Zelîha Aksaz Şahbaz, parlamenterê Antalyayê Cavît Arî û parlamenterê Bûrsayê Kayihan Pala re biçin Colemêrgê. Em ê li ser vê pêkanîna dijdemokratîk lêkolînê bikin û bi raya giştî re parve bikin.”
CHP wê şandeyekê bişîne Colemêrgê: AKP’ê peyam negirt
Berdevkê CHP'ê Denîz Yucel tayînkirina qeyûm li Şaredariya Colemêrgê weke desteserkirina îradeyê nirxand û got ku ew ê şandeyekê bişînin bajêr.
Nirxandinek Bike
Nirxandinek Bike