Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ji bo gerîlayên HPJ û YJA Starê yên ku li cih û demên cuda de şehîd bûne, daxuyaniyek weşand.
PYD‘ê di daxuyaniya xwe piştgiriya xwe ji malbatên şehîdan re anî ziman û got: ” Em xemgîniyê bi malbat, xizm û hevalên şehîdên xwe re parve dikin. Di heman demê de soz didin wan û gelê xwe ku em rêya şehîdên xwe bidomînin û ji bo bidestxistina armanc û nirxên ku wan ji bo wan têkoşiyan û feda kirin bixebitin. Fedakariyên wan dê her tim di bîra me û di pêvajoya têkoşîna me de hebin.
Şehîdên me bi îrade û fedakariyên xwe giyanê Kurdîtiyê û nirxên azadî, demokrasî û rûmetê temsîl kirin. Îspat kirin ku girêdana bi dozê re sînorên erdnîgarî nas nake. Qurbaniyên wan dê bibin mîrat û berpirsiyariyek ku em têkoşîna ji bo aştî, azadî û demokrasiyê bidomînin û da ku mafên gelê Kurd di destûreke demokratîk de werin naskirin û bicîhkirin ku mafên hemû gel û civakan garantî dike.
Li ser navê partiya me, em rêz û hurmeta xwe ya kûr ji bo giyanê şehîdên xwe nîşan didin. Em em hevgirtina xwe bi malbat û hezkiriyên wan re teqez dikin. Gelê me dê qet xort û keçên xwe yên ku jiyana xwe ji bo doza me dane ji bîr neke.
Rûmet û jiyana herheyî ji bo şehîdên me. Sersaxî û aramî ji bo malbat û hezkiriyên wan.“

