Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîzm û Azadiyê Sînan Çîftyurek peymana 10’ê Adarê ya navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî ya Şamê, zextên Tirkiyeyê yên ji bo bê statu hiştina Kurdan ji ANF’ê re nirxand.
Çîftyurek got, “Siyaseta zextê ya dewleta Tirk çareseriyê bi xwe re nîne. Di vê pêvajoyê de ji bo me ya esasî ew e ku gelê Kurd bibe xwedî mafên xwe yên demokratîk û destketiyên wan bêne parastin.”
Çîftyurek têkildarî zextên dewleta Tirk ên li ser Kurdên li Sûriyeyê ev nirxandin kir: “Wezîrê Karên Derve yê Tirk beriya niha bi demekê gotibû, her yek ji van xalan wê paşerojê bibe ‘qada mayinkirî’ û divê baldar bin. Ji ber vê yekê jî di demekê de ku li Şamê hevdîtinên komîsyonan dewam dikir rayedarên ji Tirkiyeyê -Wezîrê Karên Derve, Wezîrê Parastinê, rêveberên îstîxbaratê’ timî diçûn Şamê. Bi vî rengî di dema bicihanîna xalên di peymanê de zext li hikumeta Şamê kirin, hewl dan daxwaz û armancên xwe ferz bikin. Bi rêya pêvajoya agirbestê hewl dide van xalan diyar bike. Ev nêzîkatî rast nîne.”
‘HEWLDANA ASTENGKIRINA STATUYA KURDAN WÊ BÊ ENCAM BIMÎNE’
Sînan Çîftyurek anî ziman ku rayedarên dewleta Tirk hevsengiyên nû yên li Rojava û Sûriyeyê li ser tinekirina destketiyên Kurdan bi rêxistin dike, ji bo vê jî mekanîzmayên zextê yên cuda xistine dewrê û got, “Gefan li QSD’ê dixwin, fermanên weke ‘dest ji çekê berde’ didin. Ji QSD’ê re dibêjin, ‘Hûn li gorî peymanan tevnagerin, peymana Adarê diguherînin. Tavilê dest ji çekan berdin, tevlî hikumetê bibin û teslîm bibin’. Ev gotin hem rast nîne, ne jî bê bersiv e. Sedema sorbûna Tirkiyeyê ya di vê astê de ew e ku dibîne, daxwazên wê li qadê bi cih nayê û wê bi cih neyê. Ji ber ku li Sûriyeyê rejîma unîter êdî di pratîkê de hilweşiya ye. Ew sîstem jinûve nikare bê avakirin.
Yekane rêya jiyana bi hev re ya gel û baweriyan a li Sûriyeyê sîstemeke federal e. Ne tenê Kurd, her wiha Elewî, Durzî, Xiristiyan û beşek ji Sûniyên li Sûriyeyê jî vê dixwazin. Tirkiye vê rastiyê dibîne, lewma bi hêrs dibe. Tirkiye ji bo Kurd nebin xwedî statu her tişt kir û hîn jî dike. Lê belê dibîne ku statu wê teqez pêk were. Ji niha ve zextê die ku QSD nebe hêzeke destûra bingehînî.”
‘BÊÇEKBÛNA KURDÊN LI ROJAVA TÊ WATEYA MIRINÊ’
Çîftyurek diyar kir ku Tirkiye di vê mijarê de bi tenê nîne, dewletên herêmê jî ji bo tinekirina destketiyên Kurdan pê re tevdigerin û got, “Binihêrin, Iraq jî di nava nêzîkatiyeke bi heman rengÎ de ye. Serokwezîrê Iraqê Sûdanî beriya bi demekê gotibû, ‘Şaşitiya me kir, hûn jî nekin’. Li gorî wî, mebest ji şaşitiyê ew e ku hêza Pêşmerge weke hêzeke destûra bingehînî hate qebûlkirin. Lewma naxwazin QSD jî bibe parçeyek ji artêşa Sûriyeyê. Yanî armanc bêçekkirina Kurdan e.
Li gorî me bêçekbûna Kurdan û bêstatuhiştina wan ji bo Kurdan tê wateya mirinê. Em zanin bê DAÎŞ’ê li Rojava, li Şengalê, li deverên din çi kir. Em zanin bê jinên Kurd li hemberî vê hovîtiyê çawa li ber xwe dan. Em zanin bê DAÎŞ çiqasî ji jinên Kurd ên şervan bi hêrs bû. Mejiyê ku digot, ‘Eger em bi destê jinê bimirin em ê nikaribin biçin bihuştê’ herî zêde gelê Rojava bi vî mejî zane, bê wê çi bîne serê jin û gelê Kurd ê bêçek.”
Çîftyurek destnîşan kir ku gef û zextên hikumeta Tirk ên li ser Rojava wê li qadê bersiv û cihê xwe nebe û ev bang li hikumeta Tirk kir: “Li gelê Kurd guhdarî bikin, nas bikin, fêhm bikin. 170 salan li hemberî mirinê li ber xwe dan û gihîştin vê astê. Bi mirinê gefê li wan nexwin. Eger hûn dixwazin li herêmê bi bandor bin, rêya vê yekê êdî çek nîne, senteza Tirk-Îslamê nîne. Rêya vê; di serî de gelê Kurd qebûlkirina gelan hemûyan e, pêşvebirina demokrasiyê ye, hembêzkirina demokrasiyê ye.
Li Sûriyeyê hevdîtin di rojevê de bûn. Li Urdun Amanê hate kirin. Lê belê li gorî me guncaw bû ku li Parîsê bê kirin. Nîqaş gihîştine astekê. Lê belê li vir çareseriya pirsgirêkê bi naskirina maf û hiqûqa Kurdan dibe. Divê Tirkiye êdî dest ji vê zextê berde û helwesteke welê nîşan bide ku Kurd bibin xwedî mafên xwe.”
Çîftyurek destnîşan kir ku naskirina statuya Rojava û lihevkirina bi wê re wê bi kêrî Tirkiyeyê û gelên Kurd û Tirk bê.
Sînan Çîftyurek diyar kir ku gelê Kurd bi dayina berdêlên giran du destketiyên mezin bi dest xist û got, “Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê ya Federal û Rêveberiya Rojava ya Xweser berhemên têkoşîneke dîrokî ne. Ji bo gelê Kurd îro wezîfeya sereke parastina van destketiyan e. Eger aqlê dewletê berê xwe dabe Rojava, divê aqil û dilê Kurdan jî li Rojava be.”