Meşa ‘Çareseriya demokratîk û azadiyê’ ya bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk di çarçoveya pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ ji Amedê ber bi Enqereyê ve destpê kir, di roja duyemîn de li Rihayê bi çalakiyan didome. Beşek ji meşvanên ku Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir jî di nav de bûn, piştî daxuyaniya li Parka Alî Şellî li Baroya Rihayê, hinek jî beşdarî civînên gel ên navçeya Xelfetî û Pirsûsê bûn. Rêxistinên civaka sivîl, parêzer û gel beşdarî hevdîtina ewil ku li Baroya Rihayê hat lidarxistin, bûn.
‘ÇAVKANIYA PIRSGIRÊKAN TECRÎD E, DIVÊ DEMILDEST BÊ RAKIRIN’
Ewil Hevserokê Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) Kerem Canpolat axivî û wiha got: “Li Tirkiye û Kurdistanê li hemû qadan xitimandin hene. Sedema tevahiya van krîzên piralî neçareserkirina pirsgirêka Kurd e. Birêz Ocalan 26 sal in di tecrîdê de tê girtin. Dewlet di pêvajoya çareseriyê de Birêz Ocalan weke muxatab qebûl kir. ê demê kes jiyana xwe ji dest neda. Lê piştî ku pêvajo bi dawî bû, dewlet hemû hêza xwe ji bo şer xerc kir. Her ku pere ji bo şer xerc kir, krîza aborî destpê kir. Niha ji bo ku careke din ev krîz bi dawî bibin, divê pêvajoyeke destpê bike.”
Aktîvîsta TJA’yê Çagler Demîrel jî wiha got: “Em vê meşê ji bo azadiya Birêz Ocalan didin destpêkirin. Di şer û pevçûnana de herî zêde jin û zarok bandor dibin. Îro li tevahiya Rojhilata Navîn şer heye. Îro hedefa sereke ya rêxistinên cîhadîst jin in. Lê Rojava ji bo jin û gelan mînakekî pir girîng e. Rojava ji bo cîhanê mînak e. Divê ev mînak û îrade bê parastin.”
Hevserokê Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî û wiha got: “Li Rojhilata Navîn ji bo Kurd û Tirkan derfet û xeterî hene. Nexşê ji nû ve tên xêzkirin û di navbera bawerî û gelan de sînoreke nû tê xêzkirin. Rojava cihê ku jin, ciwan, extiyar û tevahiya gel bi têkoşînê qezenc kirin, bi hev re dijîn û têdikoşin e. Lê mixabin desthilatdarî li dijî vê pergala ku îradeya jiyana hevpar lê derketiye holê, bi çeteyên cîhadîst re şer vekir. Her kes deyndarê Rojava ye. Ji ber vê yekê em di asta kûrewî de banga parastina Rojava dikin.”
‘EM HEMÛ JI AZADIYA ABDULLAH OCALAN BERPIRSYAR IN’
Ûçar anî ziman ku bêhiqûqî demeke dirêj e didome û wiha got: “Em bi salan in rûbirûyê bêhiqûqiyeke weke tecrîdê ne. Birêz Ocalan divê çima azad bibe? Em dikarin bi sedan tişt bibêjin, lê qanûna navxweyî ya Tirkiye, biryarên navneteweyî û ji aliyê gel ve pejirandina wî weke îradeyekî ji bo azadiya wî bes e. Ji ber vê yekê divê Birêz Ocalan azad be. Ev berpirsyariya me hemûyan e. Em bang li aliyên civakî û Meclîsê dikin ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê careke din berpirsyarî bigirin.”
Hevdîtin piştî daxuyaniyê ji çapemeniyê re girtî dewam kir.