Çarşem, 2 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tê payîn ku geşedanên dîrokî çêbibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Ewropayê serdana rêxistina Stenbolê ya DEM Partiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hefteya krîtîk: Ji Rêber Apo bang, ji PKKê gaveke nû tê hêvîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Îranê ji destpêka salê ve zêdeyî 400 kes hatine darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Car din li Gemlîkê erd hejiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Ewropî ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji KCK’ê daxuyaniya têkildarî ‘Komkujiya Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê ji bo şehîd Zîlan merasîma bîranînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dronek li kampa Êzidiyan ket: Dibistan şewitî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya KNK’ê bi Partiya Komunîst a Îranê re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mifteya pêvajoya nû fêhmkirina Zîlan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Madeya 140’an li ser gelê Şengalê veguherî hesabekî nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Herêma Kurdistanê di nava mehekê de 3 jin hatine qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ciwanro êrîşa bi kezabê: Çavê jinekê kor bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna Zîlan Pepule îlham da berxwedana jinên Rojhilat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Jinan: Me îradeya Ekîn nîvîsand dîrokê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Xweseriya aboriya jinê lingeke sereke ya azadiya jinê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sebahat Atabey hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê ji bo zarokan şahiya çandî hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çapa nû ya pirtûka Zekî Bayhan a ‘’Sozyalîzma Demokratîk’’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Şerê Têkel’ hate çapkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera Kebîre li Swîsreyê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fatoş Erekli, ku êrîşeke nijadperestî lê hate kirin: Kes nikare me bitirsîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji UTAMARA Festîvala Zarokan a Kevneşop a 20’emîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > Cîhan dixwaze bibe muntehîr
Çand û Hûner

Cîhan dixwaze bibe muntehîr

Ji ber xemsarî û bedbextiya me, cîhana ku em tê de ne êdî dev ji me berdaye û ji me xeyidiye. Her rojê xwe bêhtir tune dike. Wisa ye ku dixwaze bibe muntehîr û bi xwe re me jî bikuje. Divê em dilê cîhanê hilînin û pê re aş bikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Tebax 2024 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Huner hilberîna aqil, hest û bîrewariya mirov e. Beriya her tiştî huner afirandin û xuliqandin e. Afirandin rastiyeke civakî ye, yanî mirovî ye. Huner bi xwe ne ji tunebûnê hatiye ne li ser asîmanan daketiye ne jî di bin erdê de derketiye. Yan jî wek di pirtûkên muqaddes de tê gotin; “xwedê got bibe, çêbû!” Huner ji sing û ber, hiş û dil, hest û ramanên mirovên civakî afirî ye. Mirovê civakî bi rêya hunerê xwe gihandiyê wateyê. Û bi rêya hunerê xwe spartiyê rêya “jiyana bi rengekî rast.” Lewre, Huner ji xewn û xeyalên mirov derketiye. 

Jiyana civakî bi razberiya hunerê him tasfîr dibe him jî zêdetir tê fêmkirin. Huner bi vî awayî jiyanê şênber dike û radixe li ber çavan ku jiyan di çi astê de ye. Ji bo asta jiyanê were nirxandin pêwîste mirov li hebûna hunerê binihêrin.  Di hawirekî de huner xurt be û mirov bi hunerî bijî, em dikarin bêjin ku jiyan li wir di rêya lêgerîna rastî de ye. 

Eger îro em hîn jî mevhûma “jiyanê” dikarin bi kar bînin, rola hunerê sereke ye. Hunerê nehiştiye ku jiyan ji dîrokê qut bibe û civak ji rê derkeve. Bîra civakê heyînekê zindî ye. Lewre ew bîr bi hunerê hatiye avakirin. Ji ber vê hunermend mirovên bijarte yên vê yekê ne. Mirovên yekem heman demê hunermendên yekem in. Lêgerîna jiyana civakî bi wan mirovan destpê kiriye û bênavber xwe bi pêş xistiye. Mirovên ku rastiyên civakî her ku fêrbûne pêwîstî dîtine ku van bi rêya hunerê mayînde bikin. Bi mayîndebûna wan rastiyan re jî hunermendên nû derketine û hunerê li ser vê şopê domandin e.  
Dema mirov bala xwe dide lêgerîna “nemirbûn” û “bîrhatinê” di dîrokê de her li pêş in. Ev yek rastiyeke gerdûnî ye. Di nava mirovan hemûyan de xwesteka nemirbûn û bîrhatinê her xwe daye der. Lewre tiştên nû dîtin, bi hest û ramanên civakî ve girêdayî ye. Dibe ku hinek mirov nemirbûn û bîrhatinê ji bo kesayeta xwe xwestibin, lê dîrokê nîşanî me da ku yên nemir ne kes e, hilberîne. Wisa nebûya îro me ye navê mirovekî/ê 50 hezar sal berê şopa destên xwe li ser dîwaran hiştiye bizanibana. Lê em dizanin ku ev mirov biaqil e, dikare biafirîne û dixwaze ku em jî ji lêgerîn û jiyana wî/ê haydar bin.  Em hîn jî li ser wê hilberînê dijîn û xwe xwedî dikin. Dibe ku mevhûma “şukirkirin”ê bingeha xwe dispêre wê derê.  Yanî însanê ku xwe gihandiye vê têgihîştinê, ev mevhum derxistiye. Nexwe tu eleqeya xwe bi olên yekxwedayî re nîne. Ev mevhum di destpêkê de li hember xwezayê hatiye bi kar anîn. Piştre însan li hemberî hev û du bi kar anîn e. Û di serdema hîyerarşî de jî li hember xwedeyan hatiye bikaranîn. Reveçûnekê sosret li ber çavan e. Lewre yên ji hilberînê dûr in û li ser ked û xwêdana civakê dijî re “spasî” ango “şukir” tê kirin. Li dijî vê pêwîstî heye mirov spasî pêşkeşî afirinêran bike, lê bi awayekî kiryarî û jiyanî. Nexwe di ziman de her kes dikare vê bîne ziman. Rêzgirtin û hezkirin jî heman awayî ne. Rêzgirtin û hezkirina rast di kiryar û jiyanîkirinê de dikare were peşkeşkirin.
Ji ber ku me huner wek xuliqkarî û afirinêrî dabû nasîn, wê çaxê mirov dikare bêjê ku yê ku spasî, rêzgirtin û hezkirinê heq dike ew e.

Di vê serdemê de em dibînin ku wek mirovahî em ji hemû serdeman paşdetir in. Dibe ku pergal berovajiya vê îddîa bike. Lê rastî ne ev e. Xulase wek mirovahî em dubare ber bi ajalbûnê ve diçin. Tekamula biyolojîk û çandî berojavî rê ve diçe. Êdî rastiyên civakî yên ku bi hezaran salan hatibûn xuliqandin û avakirin bi rêya ajoyan tê hilweşandin. Êdî ji hilberînê wêdetir mezextin û mêtîn li pêş e. Yên li hemberî vê disekinin jî dubare hêza hunerê bi kar tînin ango rêbaza hunerê esas werdigirin. Lewma rastiyên heyî bi rêya hunerê her di bîra mirovan de maye, hiştiye ku mirovahî nirxên civakî zêdetir bike û di xwe de xisletekî “hilberînêr” ava bike.

Ji ber vê çendê îro ji her demê zêdetir pêwîstiya me bi hunerê heye. Vejîna nirx û rastiyên civakî encex dikare bi rêya hunerê bi ser bikeve. Bêguman hunermendbûn jî di heman paye de girîng e. Em di rêveçûna dîrokê de dibînin ku hemû mirovên têgihîştî û fêhman bi rêbaza hunerî têkoşiyan e û jiyana civakî avakirin e. Lewre di cewhera hunerê de bawerî heye. Bawerî ji her tiştî bi hêztir e. Pergala qirker ji ber ku dizane huner ji hemû ol û ekolên fikrî xurtir û bi bandortir e, him têgihîştin û wateya hunerî berovajî dike, him jî di bin navê “Hunermend” de rizînêrên rastiya civakî derdixe pêş. Ji ber vê gelek tiştên ku wek hunerê pêşkeş dike, wek çek û alavên qirkirinê rol dilîzin. Xulase îro ji bo tablo ango wêneyek bê fêmkirin pêwîstî bi şîroveyê tê dîtin. Yanî pêwîste yek wateyê wê wêneyê şîrove bike û bi civakê bide fêmkirin. Ev yek radixe ber çavan ku ya tê pêşkêşkirin ne huner e, raste rast bazirganî tê kirin. Hunerê tu carî pêwîstî bi navbeynkarê neditîye. Pergal ewqas bi hiş û aqil ve lîstiye ku îro herkes tiştên çop an jî sergo weke huner dinirxîne. Lewre hinek kesên ku xwe nûnerên hunerê dibînin, derdikevin û li ser van sergoyan ji ber ku şîroveyên kes jê fêm nake dikin û rastî şulî dikin, herkes jî dibêje wê çaxê ev tiştekî girîng e û pêwîste em bikirin. Pergal ji bo kirîn û firotinê vê yeke nake, ji bo ku nirxên civakî bihelîne vê pêk tîne. Kirîn û firotinê jî wek rêbaz bi kar tîne. Eger huner daketibe asta kirîn û firotinê, pêwîste mirov bêje li wir qirkirina hunerê an jî qirkirina nirxên civakî heye. Huner ne tiştê kirîn û firotinê ye û tiştên kirîn û firotinê çênake, naxuliqîne. Huner berhemên jiyana civakî ye. Lewma dixwaze li ser rûpel, kevir, çerm an jî daran hatibe xezkirin, dixwaze di hest û ramanan de wek deng û muzîk hatibe neqişandin û dixwaze ji bo niherîna mirov wek dîtbarî hatibe çêkirin; bi qasî ku ji aliyê herkesî were fêmkirin û xizmetê civakê bike ewqasî berhemê jiyana civakî ye. 

WEK ENCAM

Di vê serdema ku mirovahî ji wateyê hatiye dûrxistin de…
Dixwaze bila bê nasîn, dixwaze bila bibe xwedî nasînekê kêm;
Hunermend di hiş û dil, hest û ramanê civakê de dikare cih bigire.
Û hunermend dikare civakê bigîhînê wateyê.
Di vê serdema ku wate hatiye berovajîkirin de…
Dixwaze di bin mêrkut û nîrê serdestan de were eciqandin,
Dixwaze bibe xwedî şertên xwe bi awayek hêsan anîna ziman;
Nivîskar dikare li ser dilê herkesî wateya heqîqetê ji nû ve deq bike.
Di vê serdema hovîtiya zordestan de…
Erk û berpirsyariya me ne xemsarî û bedbextî ye!
Di hemû serdemên bextreşiya civakî de…
Hewldanê hemû nifşan ji bo guhertin û veguhertina cihanê bû.
Baş e, lê ji bo nifşê me hewldanê sereke divê ev be gelo?
Na, teqez divê ne ev be!
Lewma ji ber xemsarî û bedbextiya me, cîhana ku em tê de dijîn êdî dev ji me berdeya û ji me xeyidiye. Her rojê ku diçe xwe tune dike.
Wisa ye ku dixwaze bibe muntehîr û bi xwe re me jî bikuje…
Ji ber vê beriya hewldana guhertin û veguhertinê ya cîhanê,
Pêwîste em dilê cîhanê hilînin û pê re aş bikin, da ku ne xwe ne jî me bikuje…

*Muntehîr; Kesê ku xwe kuştiye, întîhar kiriye.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê MAK’ê li gelek bajaran ji bo 15’ê Tebaxê çalakî lidar xistin
Nûçeya Pişt re Peyama festîvala Brescia’yê: Azadî ji Abdullah Ocalan re
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rojnamevan Sadik Topaloglû hat girtin

Rojnamevan Sadik Topaloglû û hevalê wî Mehmet Savaş ku 4 roj bûn di binçavan de…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Hesekê 40 DAÎŞ’î hatin girtin

QSD’ê ragihand ku li Hesekê 40 kes bi gumana ku endamên DAÎŞ’ê ne, hatin girtin.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di Cejna Qurbanê de girseya gel serdana şehîdgehan kir

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya Cejna Qurbanê serê sibehê serdana goristanên şehîdan kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Tê payîn ku geşedanên dîrokî çêbibin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Trump, bi qutkirina alîkariyan dibe ku bibe sedema mirina 14 mîlyon mirov!

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Ji Kolombiyayê heta Fransa ji bo Rêber Apo çalakiyên azadiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hefteya krîtîk: Ji Rêber Apo bang, ji PKKê gaveke nû tê hêvîkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?