Hinar yek ji wan mêweyên xweşik û pîroz e ku di erdnîgariya Zagrosê de heye. Her wiha di nav efsane û baweriyên Kurdan de cihekî wê yê pîroz û taybet heye. Ji ber ku hebên wê gelek in û wek mêweyeke bibereket û jidayikbûnê hatiye dîtin. Di çanda Kurdan de di dawetan de avêtine ser bûkan û heta niha jî zava hinarê pêşkêşî bûkê dike. Ji bilî vê yekê hinar di çanda Kurdan de li ser wê bingehê ku pirbûnê nîşan dide, ji bo çêbûna zarokan dane wan jinan ku piştî zewacê zarokên wan nebûne.
Navê hinarê di nav çanda Kurdan de bi berbelavî tê dîtin, wekî “Hinare, Nar, Gulnar û Narê”. Zayenda hinarê di çanda Hewramiyan de mê ye û wek mêweya agirgehan hatiye dîtin. Rengê wê yê sor li xwedayên têkoşer ên Hewramanê û xwedayê Mîtrayê diçe. Di nav efsane û edebiyata Zagrosê de cihê hinarê heye. Gelek navên bajarên Kurdistanê çavkaniya xwe ji navê hinarê girtine, wekî gundên Henare û Enarkî li bajarê Îlamê, Enar li Serhedê û Baxehenare li Germiyanê.
Li gelek welatên li Rojhilata Navîn, li Japonyayê ku jê re “zakuro” tê gotin û ji navê Zagrosê hatiye wergirtin û di tabletên Sumerî de jî wêneyê hinarê tê dîtin ku wek pîrozî û dara jiyanê hatiye dîtin û wek totem hatiye qebûlkirin.
‘DI SÛREYA EL REHMANÊ DE 68 CAR NAVÊ HINARÊ HATIYE GOTIN’
Li başûrê bajarê Sineyê hin guhar hatine dîtin ku li ser awayê hinarê ji zêr hatine çêkirin û serdema wan heta Hexamenîşiyan diçe. Ji hêla desthilatdar û padişahan ve hatiye bikaranîn, ji Sargonê Yekem heta Daryûsê Yekem nimûneyên bi vî rengî gelek in. Di dînê Mîtrayî û çanda Hewramanê de tacê serê padişahan ji kulîlka hinarê hatiye wergirtin û heta îro jî wekî xwe maye. Ev yek jî vedigere wê reha wê ya kevn ku di Mezopotamyayê de heye. Pîroziya hinarê di stran û baweriyên Kurdan de bi awayekî berbelav derbas dibe ku bandora wê li ser dînên Îbrahîmî jî hebûye û di Quranê de û di sûreya El-Rehmanê de 68 caran derbas dibe.
Di xoşewîstiya Şîrîn û Ferhatê de jî amaje bi navê hinarê hatiye kirin û wisa hatiye bawerkirin ku di Çiyayê Bêstûnê de dara hinarê heye. Tê bawerkirin ku dema ku Ferhat xeberê mirina Şîrînê dibihîze, tevirekî li serê xwe dixe ku darê wî ji hinarê hatiye çêkirin. Darê tevir xwîn dibe û dikeve erdê û şîn dibe û jê re “Darhinara Ferhat” tê gotin. Tiştê ku di vê hîkayetê de girîng e, ew e ku cihê bûyerê di nav sînorên dînê Mîtrayî de ye û Ferhet bi xwe jî xelkê wê deverê ye. Heta îro jî di çanda Hewramiyan de pîroziya hinarê wekî xwe maye. Di efsaneyên Îranî de û di Şahnameya Fîrdewsî de behsa wê yekê hatiye kirin ku dara hinarê ji xwîna Siyaweş peyda bûye. Gava ku xwîna Siyaweş dikeve ser erdê, hinar peyda dibe.
Hinar yek ji wan mêweyan e ku di civatên Hewramiyan de û di civatên dengbêjan de di wexta gotina siyaçemaneyan de tê danîn. Di baweriya Yarisanan de dara hinarê yek ji tiştên herî pîroz e. Niha jî salane li Hewramanê di dawiya demsala payîzê ya xweşik de û di destpêka zivistanê de cejna hinarê tê pîrozkirin ku raboriya wê heta serdema dînê Mîtrayî û xwedanwendan diçe. Li ba Yarisanan di cejna Xawenkar de hinarê dikin nezir û didin hev. Di dînê Zerdeştî de jî şitla hinarê pîroz e û wek nîşaneya bereketê di merasîman de danîne.
‘YARISAN KÊRÊ LI HINARÊ NADIN, BI DESTAN JÊ DIKIN’
Hinar heta niha jî di nav peyrewên Zerdeştî de maye û di heman demê de ji ber sorahiya rengê wê û tacê wê ku li alavê agir diçe, wek mêweyeke agirîn hatiye dîtin û ji hêla zanistî ve jî yek ji wan mêweyan e ku madeya hesin tê de gelek e û dibe sedema zêdekirina rêjeya xwînê di laş de. Di baweriya Yarisanan de behsa wê yekê tê kirin ku Bawe Yadigar ji heba hinarê ji dayik bûye. Li gorî efsaneyê Dayke Rezbar gava ku cihê cemê gêzik dike, hebeke hinarê dixwe ku ketiye ser erdê û pê ducan dibe û Bawe Yadigar çêdibe. Li ba Yarisanan kêr li hinarê nayê dayîn, bi destan tê jêkirin. Hinar li ba Yarisanan yek ji heft pîroziyan e. Ev efsane wekî jidayikbûna Mesîh e ku dibêjin ji jineke dawpak a wek Hezretî Meryem ji dayik bûye.
Ji bilî vê yekê di nav edebiyata Yarisanan û folklora Hewramanê de di gelek helbestan de behsa wê tê kirin. Pîr Teyarê Kaşanî di pesna hinarê de dibêje: “Nûriş we dari sewz mew we cara / Mistefa û doni ezeq ziyara”. Her wiha Mewlewî dibêje: “Henarekey dil per ce daney êş / Pîşiyay kûrey narî eşqî wêş”.