Li gorî daneyên Copernicus, germahiya navînî ya hewayê ya rûyê cîhanê gihîşt 12,95 pileyî. Ev nirx, di ser navînîya serdema 1991–2020’an re bi 0,51 pileyî pêk hat.
Çileya 2026’an, di dema ku tenê 0,28 pile li pey Çileya 2025’an meha çileyê ya herî germ a heta niha ma; di ser navînîya serdema pêş-pîşesaziyê (1850–1900) re jî bi 1,47 pileyî ket tomaran.
Rayedarên Copernicusê destnîşan kirin ku di heman demê de rûdana sermayên giran û germayên zêde, bêdengiya di pergala avhewayê de bi awayekî eşkere datîne holê.
Li nîvkada başûr, li Awistralya, Şîle û Patagonyayê germayên rekor bûn sedema şewatên kujer ên daristanan; zêdebûna germahiyê bi taybetî li Arktîk, Gronland, Amerîkaya Başûr, Bakurê Efrîkayê û Antarktîkayê diyar bû.
Li hemberî vê, li nîvkada bakur li DYE, Sîbîrya û Ewropayê pêlên sermayê yên dijwar hatin dîtin. Ewropa, li ser bejayiyê bi navînîya –2,34 pileyî, meha çileyê ya herî sar a ji sala 2010’an vir ve jiya.
Serokê DYE’yê Donald Trump jî sermayên li welêt wekî hincet nîşan da û daxuyaniyên ku tinazên xwe bi krîza avhewayê dikin da. Rêveberiya Trump, dema ku ji hevkariya avhewayê ya gerdûnî dûr dikeve, tercîha xwe bi sotemeniyên fosîl didomîne.
Copernicus her wiha diyar kir ku li welatên dewlemend hewildanên kêmkirina gazên serayê hêdî bûne.
Li Fransa û Elmanyayê kêmbûna emîsyonê sekinî, li DYE’yê jî ji ber ku santralên komirê dîsa hatin xebitandin, belavbûna karbonê zêde bû.
Li gorî daneyên ku saziyê berê weşandibûn, sala 2025’an li seranserê cîhanê wekî sêyemîn sala herî germ hatibû pîvandin.

