Sayiştay gelek raporên sala 2022’an ku ji bo şaredariyan amade kiribû eşkere kir. Lê bi taybetî di sala 2019’an de di nava şaredariyên ku HDP’ê bi dest xistin tenê şaredariyên bajarên mezin ên Mêrdîn û Wanê ku hatin desteserkirin û qeyûm hatin tayînkirin, hatin diyarkirin
Li bendê bû ku rapor di Çileya 2024’an de werin ragihandin, lê digel ku Çile qediya jî, hîn jî raporên ku ne hatine daxuyandin hene. Wekî mînak, rapora dawî ya Sayiştayê ya li Colemêrgê ya sala 2018’an e. Rapora dawî ya Îdirê jî digihêje sala 2019’an. Rapora dawîn a li Şirnexê ya sala 2019’an, rapora dawî ya li Cizîrê ya sala 2018’an e. Nayê zanîn ku çima li ser vanan lêkolînên berfireh nehatine kirin.
Her çend hin bajar hatine ragihandin jî bo nimûne, li navçeyên bajarên ku qeyûm hatine destnîşankirin, raporên wan tune ne. Di rapora Sayiştayê ya 2022’an de rapora Şaredariya Bajarê Mezin a Erzîromê heye, lê derbarê Şaredariya Qereçobanê ya ku qeyûm lê hatiye tayînkirin hîn jî tu rapor tune ye. Dîsa dema ku rapora 2022’an a şaredariya Mûşê tê eşkerekirin, der barê şaredariyên Gimgim, Kop û Erentepe yên ku qeyûm lê hatine tayînkirin de tu daxuyanî nehat dayîn.
Di derheqê nelirêtiya şaredariyên ku îqtîdar dest daniye ser, raporên cidî yên partiya siyasî ya Kurdan a bingehîn û rêxistinên saziyên sîvîl hene.