Li çiyê berfa destpêkê lê kir. Di rojeke Tebaxê de ku Avaşîn bi berfê spî bûbû nefesa xwe ya dawî da. Çavên wê timî bedew bû, bi meraq bû û di nava lêgerînê de bû. Vegotina wê di rojeke ji berfê de hurmeta li eşqa wê ya jiyanê ye.
Zîlan Yilmaz ji roja ku tevlî bû heta bi roja şehadetê baweriya xwe bi têkoşîna ji hezkirina jiyana azad anî bû û bi sira hevrêtiyê berê xwe dabû çiyê. Beriya ku şehîd bikeve di rojnivîska xwe de gotibû, “Çîroka me li vê derê neqediya.”
Li çiyê bi hezaran şervanan ev gotin di kêliya xwe ya dawî de gotin. Ji bo kêliyeke bi tenê ya azad, ji bo li warê xwe, li welatê xwe gaveke bi azadiyê biavêjin bi hezaran şervanan têkoşîn meşandin. Siyajîn hevokek nivîsî bû ku li ser wê hevokê gelek rûpel dikarin bêne nivîsandin.
Baş e şervana bi navê Zîlan Yilmaz (Siyajîn) kî bû?
Ji bo Zîlan her tiştî bi lêgerînê destpê kiribû. Destpêkê hewl dabû navê ku malbata wê lê kiribû fêhm bike. Navê xwe meraq kiribû: Çima Zîlan? Çima neçar hatibûn hiştin ku koç bikin, çima neçar mabû ku li bajarê welatekî ku zimanê wê piştre hîn bûbû, mezin bibe? Çima nikarîbû bi zimanê xwe li kolanan, li dibistanê bi hevalên xwe re têr û tijî biaxive?
Ev hemû ew pirs bûn ku Zîlanê meraq dikir û li bersiva wan digeriya. Gelek bersivên gelê Kurd û dayikên Kurdistanê hebe jî bivê nevê ew sirgûn bûbû. Li bajarê Konya yê Tirkiyeyê ji dayik bû. Zîlan jî para xwe ji vî bajarê dîrokî wergirtibû. Weke ku tê gotin, her bajar bandorê li karakterê mirovan dike, bandor li wê jî kiribû. Lê belê dilê wê bi hezkirina sira xaka Êlihê tijî bû.
Dema ku da pey çîroka navê xwe, Dersim nas kir; bi rastiya gerîlayên jin ên li çiyê têdikoşiyan heqîqeta fedaîtiyê li xaka Mezopotamyayê nas kir.
Ev heqîqet bi rastiya Zeynep Kinaci, bi navê xwe yê din Zîlan bûbû yek. Navê jinûve geşbûna vê heqîqetê lê hatibû kirin. Pirsên ku ji bo fêhmkirina sira navê xwe dipirsî, ew bi pirsgirêkeke dîrokî re rû bi rû hiştibû: Têkoşîna hebûnê ya gelê xwe.
Bi vî rengî dewam kir û xwe ji bo rêwîstiya rêyên cuda amade kir. Nakokiyên çandî, siyasî û îdeolojîk deriyên jiyaneke nû ya azad lê vekir. Zîlan dixwest xwe bigihîne kelecan û rûmeta axaftina bi zimanê xwe. Xwest bi zimanê xwe bistirê. Xwest çîroka gel û jinên li xaka xwe kedê didin binivîsîne. Bêyî ku bişibe neteweyeke din li gel hurmeta li nirxên hemû neteweyan xwest bibe kesayeteke azad.
Xwest bişibe xak û çanda xwe, hebûna xwe bi azadiyê re bike yek. Daxwazên wê berê wê da lêgerîn û lêkolînê. Her lêkolînê jî rê danî pêşiya wê. Bi hişmendiya jineke ciwan berê xwe da çiyê. Zanîbû ku wê zehmetiyê bikişîne; zanîbû ku wê ji nava mercên zehmet û rêyên zor û zehmet derbas bibe. Zanîbû ku wê ji çiyê fêhm bike. Haya xwe ji gelek tiştî hebû lê belê bi her tiştî nizanî bû.
Destpêkê navek li xwe kir. Bû dilxwaza nivîsandina çîroka xwe. Di sala 2014’an de berê xwe dabû çiyê. Di bin siya jiyanê de ber bi jiyaneke rasteqîn ve gav avêt û navê xwe kir Siyajîn: Siyajîn Heskîf.
Li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevlî perwerdeya destpêkê bû, kincên gerîla li xwe kir û li vê derê fikrê parastina xwe weke jinekê nas kir. Her ku bû xwedî hêz û baweriya ji xwe, meşa wê jî xurt bû. Li çiyê têgihişt kıu naskirina xwe rûmeta herî mezin e. Di nava têkoşîna gelê bindest de gelên din ên azadîxwaz dît. Pê dihesiya ku nirxên bi keda Rêber Apo hatine afirandin ne tenê li çiyê ne. Ne lêgerîn ne jî lêpirsîna Siyajîn qediya.
Ji pirtûkan hez kir, ji nivîsandinê hez kir. Xwe gihand pîrozmendiya parvekirinê. Herî zêde ji Zagrosan hez kir. Her ku li nava ava şîn û kesk a Avaşînê dinihêrî bedewiya dilê xwe dît. Weke şervaneke jin wê bedewiya erdnîgariya xwe bi keda xwe li rûyê xwe neqişand. Li ser rûyê wê bedewiya çiyê, ruhê berxwedêr ê Avaşînê hebû.
Her ku rastiya jiyana azad nas kir, dilsoziya wê ya bi têkoşîna azadiyê zêde bû. Vê dilsoziyê bandor li meşa wê, têkiliyên wê yên hevrêtiyê, dil û germahiya wê kir.
Di meheke Tebaxê de ku Avaşîn bi berfê spî bûbû, Siyajîn di rê de li ser wezîfeya xwe bû. Berfê jê hez kir, wê jî ji berfê hez kir.
Sala 2020’î dema diçûm Avaşînê min destpêkê li wê pirsî bû. Li Mamreşo ku yek ji warê berxwedanê yê gelê Kurd e dema ku min li hevrêyên wê guhdarî dikir, min bihîst bê xaka Avaşînê çawa jê hez kir.
Di 27’ê Tebaxa 2019’an de şehîd bû. Hevrêyên wê, xak û ava Avaşînê her ku bibin hişê berf û keviran, her ku demsal veguhere biharê weke ku Siyajîn got: Çîroka me wê li vê derê neqede!

