DEN’ê ku ji sala 1967’an û vir ve li ser dagirkeriya Îsraîlê lêkolîn dike, di nêrîna xwe ya ji bo Civata Giştî de ev tişt gotin, “Hebûna Îsraîlê ya li nava xaka Fîlîstînê ya dagirkirî ne qanûnî ye” û biryara Îsraîl “di zûtirîn demê de mecbûriyeteke xwe heye ku dawî lê vê yekê bîne” da.
Welatên Ereb li dijî vê nêrînê nerazîbûn nîşan dan û xwestin ku Civata Giştî di 17’ê Îlonê de ji nû ve li hev bicive û li gorî hejmara welatên ku dixwazin biaxivin roja Sêşemê an jî îhtîmaleke zêdetir roja Çarşemê biryarek were dayîn.
Di nivîsa pêşnûmeya dawî de tê xwestin ku Îsraîl “bêyî derengmayînê dawî li hebûna xwe ya neqanûnî ya li herêmên Fîlîstînê bîne” û “piştî qebûlkirina vê biryarê di nava duwazdeh mehan de pêk bîne.”
Her wiha di pêşnûmeyê de tê xwestin ku hêzên Îsraîlê ji herêmên Filistînê vekişin, bicihbûnên nû bên rawestandin û erd û milkên hatine desteserkirin bên vegerandin û Filîstîniyên koçber bûne bên vegerandin.
Tevî ku biryarên Civata Giştî bandor nekin jî, Îsraîl vê pêngavê ji niha ve şermezar kir. Sefîrê Îsraîlê Danny Danon vê hefteyê daxuyanî da û wiha got, “Fîlîstîniyan li dijî Îsraîlê terorîzma dîplomatîk dimeşîne û NY’ê jî hevparê vê sûcê ye.”