Şandeya Başûr ku ji rêxistinên ciwanan ên Partiya Komunîst a Kurdistanê (KCP) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PASOK) pêk tê, hatin Rihayê. Şandeyê pêşî serdana Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Rihayê kirin.
Piştre şandeyê serdana gundê Amarayê ku Rêber Apo lê ji dayik bûye, kirin. Birayê Rêber Apo, Mehmet Ocalan, hevşaredarên Xelfetiyê Saniye Bayram û Mehmet Karayilan, hevserok û rêveberên DEM Partiyê yên Xelfetiyê û endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Rihayê beşdarî serdanê bûn.
Di serdanê de li ser yekîtiya neteweyî û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxandin hatin kirin. Hat zanîn ku şande piştî hevdîtinên li Rihayê wê sibê biçin Enqereyê. Ciwan ji bo serdana Îmraliyê bikin wê serî li Wezareta Dadê bidin û daxuyaniyê bidin.

