Piştî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji aliyê komên çete yên girêdayî hikumeta demkî yên bi desteka dewleta Tirk a dagirker, bi deh hezaran Kurdên li tevahî cîhanê piştgirî û destekê dide gel û şervanan.
Komeke ciwanên Başûrê Kurdistanê ji bo piştgiriyê bidin şervanên YPG-YPJ’ê peyamek şand û berxwedana şoreşa Rojava, li her çar parçeyên Kurdistanê û li gelê Kobanê silav kir û da zanîn ku ev berxwedana ku tê kirin, giranbuha û pîroz e û got: “Bijî Kurd û Kurdistan.”
Di dawiyê de bi stranan piştgirî dan berxwedana gel û şervanan a li Rojava û sloganên “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin.

