Êrîşên çeteyên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk ên li ser Rojava dewam dikin. Çeteyan tevî agirbestê jî hêzên leşkerî sewqî xetên gotûbêjê dikin û êrîşî gundên Kobanê dikin. Di encama êrîşa li ser gundê Qasimiyê yê dikeve rojavayê Kobanê de zarokek hat qetilkirin û 3 zarok birîndar bûn.
Gelê li bajarê Hesekê yê Kantona Cizîrê jî bi şev û roj li seranserê bajêr li kolan û taxan nobetên xweparastin didomînin. Ciwanên ji bajarên din jî ji bo alîkariya eniya Hesekê diherikin.
Ciwanên Qamişloyê ku di refên pêş ên eniyê de cih digirin, peyamek bi dîmen ji ANF’ê re şandin û wiha gotin:
“Em hêvî dikin ku hemû heval baş bin. Wekî hûn dizanin êrîşên li ser Rojava dewam dikin. Em wekî xelkê Qamişloyê, di van eniyan de erk digrin. Bi tifaqekî vekişîna ji herêma Firatê çêbû, lê xiyanet çêbû û hevalên me kirin di bin dorpêçê de. Em ê tevî van êrîşan jî têk neçin. Mewziyên me sexlem in û em bi hêz in. Divê çar parçeyên Kurdistanê û Kurdên li her derê cîhanê bibin yek û hêzê bidin me. Li Hesekê, Qamişlo, Kobanê û li her derê berxwedan dewam dike. Divê hemû gelê me tevlî vê berxwedanê bibin. Bijî Kurdistan.”

