Meclisa Ciwanên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya pêngava ji Îmraliyê re “#1000Name”, ji Abdullah Ocalan re name şandin.
Ji ciwanên name şandin Muhsîn Aydogdû bi bîr xist ku nêzî 3 sal in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin.
Aydogdu got, “Ji ber polîtîkayên tecrîdê yên li ser Birêz Abdullah Ocalan gelên Kurdistan û Tirkiyeyê êdî nikarin nefesê bigirin. Bi dawîkirina tecrîdê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan wê ji bo hemû gelan jîngeheke aştî û aramiyê ava bike.”
Muhsîn Aydogdu di berdewamiya axaftina xwe de wiha axivî: “Ji ber vê yekê çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan jiyanî ye. Ji ber agahiyê hi Birêz Ocalan nagirin, em nameyên xwe bişînin Girtîgeha Girava Îmraliyê. Wekî ku birêz Ocalan jî gotiye ‘ciwan wê hêvî û bendewariyên li ser xwe vala dernexin.”