Li Şengalê ciwanên Êzidî jî beşdarî seferberiya giştî bûn ku ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûrî ve hatibû ragihandin. Ciwanên Şengalê li ber Meclîsa Gel a Dîgurê bi daxuyaniyek ragihandin ku ew bersiv didin banga seferberiya giştî û berê xwe didin sînorê Şengal û Rojava.
Daxuyanî ji aliyê berdevka Yekitiya Ciwanên Êzidîxanê (YCÊ) Lîza Xêrî ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ciwanên Şengalê ti carî gelê Rojava bi tenê nahêlin û heta kêliya dawî dê li gel wan bin.

Lîza Xêrî di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî û wiha got: ‘’Em wek ciwanên Şengalê, bi hemû hêza xwe li pişta gelê Rojava ne. Em radigihînin ku em tevlî seferberiya giştî dibin û em ê li dijî her cure êrîşî li ber xwe bidin.”
Piştî daxuyaniyê, komên ciwanan bi dirûşmên dilsoziya bi Rojava re, berê xwe dan xeta sînor. Ciwanan diyar kirin ku sînorên di navbera wan de destkarî ne û ruhê berxwedanê yê Şengal û Rojava yek e.

