Li gorî agahiyan, hêzên dagirker di 31’ê Tebaxê de li Çiyayê Bagokê dest bi operasyonê kirin û operasyon hîn jî dewam dike.
Piştî ku walîtiya dewleta Tirk 8 gund û qadên wan ên bejahî ji bo 15 rojan weke ‘Herêma ewlekariya taybet a demkî’ ragihand, liv û tevgera leşkerî ya li herêmê zêde bû.
Qada Xirbê Xelo yê li bejahiya Çiyayê Bagokê saet di 05:30’î de bi balafirên şer hate bombekirin.
Piştî bombardûmanê qad ji aliyê 3 helîkopteran ve hate bombekirin. Hate ragihandin ku ji herêmê dengê çekan bilind dibe û operasyona leşkerî dewam dike.