Duşem, 9 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bayik: Pêşveçûna pêvajoyê bi gavên pratîk ve girêdayî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 9’Ê SIBATA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tê payîn koma nivîsê ya Komîsyona Meclîsê roja Çarşemê kom bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Abdullah Ocalan ji bo gelan deriyeke dîrokî vekir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Norşînê banga ji bo vekirina deriyê Murşîtpinarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎSÎG: Di meha Çileyê de herî kêm 146 cînayetên kar

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Şemzînanê konferansa yekîtiya demokratîk: Berxwedana Kurdan zîhniyeta netewe dewletan têk bir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mîdyadê Kurd, Suryan û Ereb ji bo Rojava meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê jinek serhildêr

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojava meşa girseyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alîkariya Gelê Şengalê ber bi Rojava ve bi rê ket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kampa Bacid Kendala şewat derket: 2 Jinên Êzidî birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Saarbruckenê ‘Women Defend Rojava’ hat damezrandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê şehadeta Mizgîn Jiyan ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: 15 jin hatin kuştin, 11 jin bi gumanbarî mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E: Nivîsa Der Spiegel parastina îdeolojîk a tundiya serdest a mêran e

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJAD: Em nûçevaniya Der Spiegel a ku jinên Kurd hedef digire red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di meha Çileyê de 22 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji bo bîranîna şehîd Ziyad Heleb û hevrêyên wî stranek hate çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend TrueLu: Têkoşînên me girêdayî hev in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yelda Ebbasî hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji gelê Katalan ji bo Rojava stran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji hunermendê Elman strana ‘Bijî Rojava’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya Rojava stran û klîba ‘Biparêze’ hat çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Civak & Ekolojî > Cotkarên pembo: Bi vî rengî dewam bike em ê dest ji cotkariyê berdin
Civak & Ekolojî

Cotkarên pembo: Bi vî rengî dewam bike em ê dest ji cotkariyê berdin

Cotkarên pembo yên li navçeya Xana Axpar a Amedê ragihandin ku ji ber zêdebûna lêçûnan ew êdî nema dikarin hilberînê bikin û gotin, dewlet xwedî li cotkaran dernakeve.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Îlon 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Li navçeya Xana Axpar a Amedê hin cotkar pembo, genim, ceh û nîsk diçînin, hinek jî zeviyê xwe dikin bexçeyê zebzeyan. Yek ji ser pirsgirêkên sereke yên cotkaran bihabûna elektrîk, mazot, zibil û derman e. Hin ji cotkaran ji ber bihabûnê îsal tenê beşek ji zeviyên xwe karîbûn biçînin.

Bi taybetî zilma DEDAŞ’ê ku li herêmê bi salan e dewam dike, asta çandinî û hilberînê ya cotkaran kêm kir.

Cotkarên pembo yên gundê Caferkê yê navçeya Xana Axparê ji ajansa me re qala pirsgirêkên xwe kirin.

Ahmet Çelîk diyar kir ku ji ber bihabûna lêçûnan welê li wan hatiye ku nikaribin hilberînê bikin û got, “Cotkariya pembo ji bav û kalkê min ji min re ma. Nêzî pênc sal in bi tena serê xwe vî karî dikim. Pirsgirêka me ya herî mezin ew e ku lêçûnên me zêde ye û nikarin heqê berhemên xwe werbigirin.

Îsal min zeviya ji 65 donimî çand, zerara min gelekî mezin e. Li gorî sala derbasbûyî bihayê zibil, mazot û elektrîkê ji sedî sed zêde bû, lê belê bihayê pemboyê ku difiroşim weke xwe ma. Dema ku em pembo difiroşin têra heqê lêçûnên me nake. Ez ê êdî pembo neçînim. Eger nikaribim qezenç bikim, hingî çima vî pîşeyî bikim?

Bi taybetî fatûreyên elektrîkê pişta me şikand. Her kes ji vê rewşê aciz e, gilî û gazinan dike. DEDAŞ li gorî kêfa xwe bi hezaran lîreyî fatûreyê dibire. Ji ber vê rewşê em gelekî mexdûr in.”

‘EM BÛN KARKERÊ ZEVIYA XWE’

Basrî Ekîncî ku salên dûr û dirêj çandiniyê dike, ji polîtîkaya çandiniyê ya dewletê gazinan dike. Ekîncî anî ziman ku ew ji pemboyê diçînin qezenç nakin, bihayê xwe gelekî kêm e û got, “Pemboyê ku bifiroşim têra lêçûnên min nake. Bi taybetî zilma DEDAŞ’ê heye. Du bîrên min hene ku dikarim pê avdanê bikim. Hatin yek ji wan girtin. Min bi bîrekê avdan dikir, ew jî têrê nake. Bi milyonek û 750 hezar TL’yî cezayê pere birîn. Li gel ku min ew deyn daye bîra min venekirin. Ji ber vê yekê min nekarî avdanê bikim. Bi rastî jî em matmayî man bê çi bikin.

Eger bi vî rengî dewam bike em ê êdî dest ji çandiniyê berdin. Em bûne karkerê zeviyê xwe. Dewlet bi rastî jî xwedî li me dernakeve. Eger dewlet naxwaze em cotkariyê bikin bila vê yekê bi eşkere bibêje. Em hêviya piştgiriyê ji dewletê dikin, lê belê kes piştgiriyê nade me. Eger sondajên cotkaran bêne girtin, ev mirov wê çi bikin? Hatim wê astê ku dest ji hilberînê berdim. Ji ber ku di navbera hatine û lêçûnan de cudahiyeke gelekî mezin dibe.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Zulkuf Palû: Riza Altûn bandor li ser dost, dijmin her kesî kir
Nûçeya Pişt re Li Dêr Hafirê şervanekî QSD’ê şehîd bû, 4 zarok birîndar bûn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Reşîd Xalidî: Ez bi temamî piştgiriyê didim pêvajoyê

Profesorê Fîlîstînî Reşîd Xalidî piştgirî da pêvajoya ku bi banga Rêber Apo destpê kir û…

Ji aliyê Stêrk TV

Di 24 saetan de ji ber êrîşên Îsraîlê yên ser Xezeyê herî kêm 139 kes mirin

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê di 24 saetên dawî de di êrîşên Îsraîlê…

Ji aliyê Stêrk TV

Rahîme Karvar bi 2 sal û mehekê hate cezakirin

Di doza darizandina rojnamevan Rahîme Karvar de 2 sal û mehek cezayê girtîgehê hate birîn.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Sancar: Tenê modela Rojava dikare azadiyê dabîn bike

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Platforma Tenduristiyê ya Amedê ji bo Kobanê banga lezgîn a alîkariya mirovî û tibî kir

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

MKG: Meha Çileyê 5 rojnamegerên jin hatin binçvakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Halîde Turkoglû: Divê gavên şênber bêne avêtin, Birêz Ocalan azad bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?