Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag, Serokê Rûmetê yê HDP’ê Ertûgrûl Kurkçu, Cîgira Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Aysel Tûglûk û siyasetmedar Nazmî Gur, Esat Canan, Adil Zozanî, Halîl Aksoy û Husemaettîn Zenderlîoglû ji doza ku dihatin darizandin, 11’emîn danişîna wan hat dîtin.
Danişîna ku li Dadgeha Cezayê Giran a 2’yan a Colemêrgê hat dîtin de, parlamenterê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ê Agiriyê yê berê Halîl Aksoy ê di Girtîgeha Marmarayê û siyasetmedar Nazmî Gur ê di Girtîgeha Hejmara 2 a Tîpa F a Sîncanê de bi rêya SEGBÎS’ê tevlî danişînê bûn û siyasetmedar Adil Zozanî jî salonê amade bû. Her wiha parêzerên siyasetmedaran jî tev li danişînê bûn.
Ji ber dosyaya siyasetmedar Fîgen Yuksekdag, Ertûgrûl Kurkçu û Husamettîn Zenderlîoglû bi dosyayên dozên din re hatibû tefrîkkirin, beşdarî danişînê nebûn.
Piştî parastinan dadgehê biryara xwe eşkere kir. Dadgehê bi îdiaya “propagandaya rêxistinêkirine” 7 sal û 6 meh ceza li Adil Zozanî, 7 sal û 6 meh li Halîl Aksoy, 6 sal li Aysel Tûglûk û 6 sal jî li Nazmî Gur birî.
Her wiha der barê Esat Canan de jî biryara beraetê hat dayîn.
Dadgeha Tirk 27 sal ceza li 4 siyasetmedaran birî
Siyasetmedar Aysel Tûglûk, Halîl Aksoy, Nazmî Gur û Adil Zozanî bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kirine” bi giştî 27 sal cezayê girtîgehê li wan hat birîn.
Nirxandinek Bike
Nirxandinek Bike