Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, di saetên şevê de gundên Dirc û Ewn Dadat ên Minbicê bombebaran kir.
Di daxuyaniya meclîsa leşkerî de, hate diyarkirin ku bombebaran şev ji saet 02.30 heta 04.00 dewam kiriye, 45 top û 5 hewan-obus hatine avêtin.
Hat destnîşankirin ku di bombebaranê de zirara madî çêbûye.