TUÎK û ENAG’ê daneyên enflasyonê yên meha Kanûna 2024’an eşkere kirin. Li gorî daneyên ENAG’ê meha Kanûnê enflasyona mehane bi rêjeya ji sedî 2,34 zêde bû û enflasyona salane gihîşt ji sedî 83.40’î. Li gorî daneyên TUÎK’ê jî enflasyona salane ji sedî 44.38 e.
Li gorî analîzên koma jêrîn a ENAG’ê rêjeya herî bilind a enflasyonê bi asta ji sedî 5.59 li koma çand û şahiyê de hate pîvandin. Piştî vê jî bi rêjeya ji sedî 5.25 restoran û otel, bi rêjeya ji sedî 5.05 jî alavên malê di asta herî bilind de hate pîvandin.