Sêşem, 6 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Mersînê 3 şaredar hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Dema azadiya Rêbertî pêk hat, komplo wê bi temamî pûç bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 6’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derbarê nûçegihana JINNWS’ê Rabîa Onver de lêpirsîn hat destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DYE balafirên xwe yên B-1 ji Baregeha Fairfor a Îngilistanê vekişand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hidir Ozturk: Hêvîdar im ev rûreşî di nava aştiyê de ronî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Birîna daran a li Dihokê wê bikeve rojeva Parlamenta Iraqê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qubên pîroz: Bîra dîrokê, mabetên aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokê DEM Partiyê yê Berwariyê Yilmaz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Giştî ya Dije-Terorê li Silêmaniyê çeteyekî DAÎŞ’ê girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê xwendekar ji bo piştgiriya Rojava meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ranyayê li dijî talankirina xwezaya Kurdistanê çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li ber Girtîgeha Sîncanê banga berdana girtiyên jin hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sineyê ji bo Marziye Moradavisi cezayê girtîgehê û pere hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevanên ku Xelata Gurbetellî Ersoz wergirtin hatin eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: 27 jin û 6 zarok hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Mexmûrê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Nagîhan Akarsel li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Daxuyaniya YPJ’ê ya têkildarî dîlgirtiyan: Wê hesab bê pirsîn
Rojava

Daxuyaniya YPJ’ê ya têkildarî dîlgirtiyan: Wê hesab bê pirsîn

YPJ'ê, derbarê muameleya hovane ya li dijî hêzên xweparastinê yên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ve dîl hatin girtin de daxuyaniyeke nivîskî weşand. YPJ’ê destnîşan kir ku berpirsyariya vê hovîtiyê dewleta Tirk e û got, "Em ê tolê hilînin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Fermandiya Giştî ya YPJ’ê derbarê êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagiker ku li Heleb-Şehbayê pêk anîne û hovîtiya wan a dijî dîlên birîndar ên jin de daxuyaniyek nivîskî weşand. 

Di daxuyaniyak ku li ser malpera YPJ’ê hat weşandin wiha ye: 

“Bi rojane êrîşeke berfireh û pir alî li dijî herêma me û tevahî xaka Sûriyeyê tê meşandin. Di serî de li Helebê, gelê Sûriyeyê bi xeterî û komkujiyên mezin re rû bi rû hate hiştin. Ev êrîş di heman demê de herêma me ya Bakur-Rojhilatê Sûriye girte nava xwe û bi rojane li hemberî van êrîşên mezin berxwedaneke bêhempa tê raberkirin. Bi taybetî li herêma Şehba û Helebê di serî de jin, gelê me li hemberî van êrîşan bi rojane berxwedaniyeke mezin raber dikin.

Gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ku bi salane xwedî ezmûna şer û berxwedanê ye, li hemberî van êrîşan careke din xwe bi rêxistin kir û bi navê Hêzên Parastina Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi dehan caran êrîşên çeteyên dagirkeriya Tirk têk birin.

Bêguman şer pir alî û bi awayekî dijwar didome û mixabin ku hêjmarek xort û jinên ciwan ên Hêzên Parastina Şêxmeqsûd ên birîndar bûbûn dîl ketin destê çeteyan. Ev çeteyên hoveber ku bi ti awayî exlaq û qanûnên şer nas nakin, bi awayekî pir hovane rûmeta jinên dîl dişikînin û li ser dezgehên xwe yên çapemeniyê weke amûreke propagandayê bikar tînin. Bi gotinên xwe yên weke ‘em ê careke din we di bazaran de bifroşin’ hêrsa xwe ya li hemberî jinan raber dikin. Ev kiryarên dijmirovî ne û divê bi ti awayî neyên qebûl.

Em weke Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) van kiryarên hovane yên çeteyên dagirkeriya Tirk li hemberî jinên dîlgirtî şermezar dikin û em dibêjin wê tola wan were hilanîn. Her wiha em bang li saziyên mafê jinan û mirovan dikin ku xwedî li van jinên ciwan ên dîl ku parastina tax û bajarê xwe dikirin derkevin. Em bi israr dibêjin divê mafê wan ên dîlbûnê were parastin.

Kiryarên ku îro çeteyên dagirkeriya Tirk li dijî van jinên ciwan ên dîl pêk tînin, di sala 2014’an de DAÎŞ’ê li Şengal, Mûsil û Reqayê pêk anîn û bi hezaran jin di bazaran de firotin. Bêguman ev jî nîşaneya hişmendiya desthidariya zilam a ku îro di şexsê DAÎŞ û çeteyên Erdogan de gihaye asta lûtkeyê. Ji ber ku herî baş ew dizanin ku jinên Kurd li hemberî van kiryarên hovane destanên qehremaniyê nivîsandine û heya dawiyê li berxwedane. Ji bo wê bi van kiryarên xwe yên dij mirovî asta dijminatiya xwe ya li hemberî jinan nîşan didin.

Di serî de Xaça Sor û Saziya Efû ya Navnetewî em bang li rêxistinên mafên jinan, li tevahî rêxistinên civakî, kesên navdar, demokratîk û azadîxwaz dikin ku xwedî li van jinên dîlgirtî derkevin û di serî de Rojhilata Navîn di asta navnetewî de rastiya teror û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê teşhîr bikin û hesaba pêwîst jê bixwazin. Em di vê mijarê de bi taybet dewleta Tirk ji van dîlgirtiyan berpirsyar dibînin.

Weke YPJ’ê em careke din bûyera dîl girtina şervanên jin ên Hêzên Parastina Şêx Meqsûd şermezar dikin û em dibêjin ku em ê di eniyên berxwedanê hesab  ji dewleta Tirk a dagirker û ji çeteyên wê bixwazin. Di vê wateyê de di van rojên dîrokî ku êrîşeke berfireh li hemberî herêma me û giştî Sûriyê pêk tê, em ê di eniyên cengê yên pêş de parastina jinan û tevahî gelê xwe bikin. Her wiha em bang li tevahî jinên ciwan dikin ku li her qada ku lê ye cihê xwe di eniyên parastinê de bigrin û beşdarî nava refên YPJ’ê bibin. Encax bi vî rengî em ê karibin xwe û xaka xwe biparêzin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji Meclîsa Jinan bang: Divê gel li dora QSD’ê bicive
Nûçeya Pişt re Şehîdê QSD’ê li Reqayê hate oxirkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Kobanê arvan û sotemenî kêm maye

Meclîsa Aborî ya Kantona Firatê, ragihand ku ji ber şer û dorpêça li ser Kobanê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Amedê li nava kolanê qetlîama jinan

Li navçeya Rezan a Amedê Hîlal Kar a 33 salî ji aliyê hevjînê ku bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Tevgera Nifşê Nû bi YNK’ê re li hev kir

Tevgera Nifşê Nû ragihand ku wan biryar daye tevlî hikûmeta bê ya Iraqê bibin û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Mersînê 3 şaredar hatin girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Heyeta Tevgera Jinê Kurd li Hondurasê serdana COPINH’ê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Di entegrasyona li gel Şamê de sernavên krîtîk bêçareserî dimînin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Birîna daran a li Dihokê wê bikeve rojeva Parlamenta Iraqê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?