Daxwaza berdana Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer hat redkirin. Parêzerê Ozer, Huseyîn Ersoz, ku serî li Dadgeha Ceza ya 1’emîn a Stenbolê dabû, diyar kir ku daxwazê wan hatiye redkirin.
Ersoz di hesabê xwe yê X’ê de got ku di biryara redkirinê de pirsgirêkên cidî hene.
Huseyin Ersoz diyar kir ku wan di 16’ê Îlona 2025’an de serlêdan kirine, lê di 21’ê Îlonê de bersiveke redkirinê wergirtine û dadgehê nirxandineke ku bi naveroka daxwaznameyê re ne li hev e kiriye.