Dayika Aştiyê Gulîstan Adibellî li Îzmîrê jiyana xwe ji dest da. Gulîstan Adibellî ku 3’yê Çileyê de jiyana xwe ji dest da cenazeya wê li Goristana Ornekkoy hat definkirin. Piştî vê li mala şînê ya Onerkkoy a Karşiyakayê şîn hat danîn.
GULISTAN ADIBELLÎ KÎ YE?
Gulîstan Adibellî li Stewrê ya Mêrdînê hat dinê. Di 1994’an de piştî gundê wan hat şewitandin koçî Îzmîrê kirin. Tevî her tiştî malbatê dest ji têkoşînê berneda. Kurê wê Mehmet Habîp Adibellî, neviyên wê Zarîfe Adibellî, Mehmet Faruk Adibellî û Merdiye Adibellî di dîrokên cuda de tevlî refên gerîlayan bibûn.

