Dayika Aştiyê Latîfe Dag (77) ku li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê dijiya, wefat kir. Latîfe Dag ku demekî dirêj bû pirsgirêkên tenduristiyê dijiya, di saetên serê sibehê de rewşa wê giran bû û rakirin nexweşxaneyê. Latîfe Dagê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Latîfe Dagê li Goristana Hecaceyê ya navçeya Nisêbînê hate veşartin.
Kurê Latîfe Dagê Eşref Dag di sala 1997’an di pevçûneke li Erziromê de şehîd bibû. Latîfe Dagê demekê dirêj di xebatên Meclisa Dayikên Aştiyê de cih digirt.