În, 13 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Yılmaz: Li Tirkiyeyê çalakiyên aştiyane tên krîmînalîzekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo nayê paşxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Siyasetmedarên Kurd ji bo meşa Strasbourgê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Pêvajo, ji bo dewletê veguherî ezmûna samimiyetê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Komplo şerekî dewletên emperyalist bû ku li dijî Rêber Apo dabûn destpêkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 13’Ê SIBATA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Artêşa Tirk li Geliyê Reşava ya li Dêrelokê rê çêdike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê ciwanên ku tevlî berxwedana rûmetê ya Rojava bûn, bi coş hatin pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Êzidî Komploya 15’ê Sibatê protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Em bi dirûşma ‘Azadî ji Rêber Apo re, statu ji Rojava re’ rabin ser piyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alîkariyên ku ji Amedê hatin şandin, gihîşt Kobanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Metirsiya herî mezin sekinandina sîstematîk a saziyên herêmê ne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJK-E: Di 14’ê Sibatê de em beşdarî meşa mezin a li Strasbourgê bibin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Abya Yala û Kurdistanî li ser berxwedan û sîstemên alternatîf nîqaş kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bogotayê Konferansa Jinan: Li dijî êrîşên netewe dewletê avakirina komunan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Elmanyayê jinek hat qetilkirin: Qetilkirina jinan ne takakesî ye, pergalî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê jinek hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sebahat Tuncel: Jiyana ku yên din ji bo me xêz kirine, ne jiyana me ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mizgefta Mezin a Parîsê ji bo civakên laîk rêbera Îslamê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava strana ‘Cenga Netewî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Estetîka Berxwedanê: Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jinên Wêrek’ li ser dikê ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Dayika ku 34 sal in li cenazeyê kurê xwe digere: Diyariya herî mezin hestiyê kurê min e!
Kurdistan

Dayika ku 34 sal in li cenazeyê kurê xwe digere: Diyariya herî mezin hestiyê kurê min e!

Sîdar Tûtmaz diyar kir ku hestiyên kurê wê Seyfettîn Tûtmaz ê beriya 34 salan şehîd bû, wê ji bo wê bibe diyariya herî mezin a Roja Dayikan û got, "Ez dixwazim aştiyê û gora kurê xwe bibînim."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Gulan 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Dayikên ku li Kurdistanê daxwaza aştî û azadiyê dikin, weke her salê îsal jî wê di roja dayikan de van daxwazan bînin ziman. Malbatên aştiyê û girtiyan ku di hevdîtinên aştiyê de ji dewletê dixwazin tavilê gavê biavêje, îsal jî ji bo hîn bêhtir mirov nemirin û ji bo girtîgeh bêne valakirin wê li qadan bin. Dayikên kku li gel êşên giran li ber xwe didin û berxwedanê weke çandekê ji zarokên xwe re dihêlin, pêşengiyê ji vê têkoşînê re dikin. Sîdar Tûtmaz 34 sal in li cenazeyê kurê xwe digire. Di her rojeke taybet de dixwaze li ser gora kurê xwe dua bike, lê ev daxwaza wê bi salan e bi cih nehatiye anîn. Sîdar Tûtmaz di nava vê pêvajoyê de sê caran mînaka ji xwînê da, lê nekarî encamê bi dest bixe.

Sîdar Tûtmaz bi eslê xwe li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê ye. Kurê wê Seyfettîn Tûtmaz di salên 1980’î de tevlî nava refên PKK’ê bû. Piştî çûyîna kurê wê, cerdevnana li gund dest bi zext û zordariyê kirin, lewma neçar ma ku bar bike navenda Amedê. Sîdar Tûtmaz nekarî careke din biçe mala xwe ya li gund û neçar ma ku zarokên xwe li navenda bajêr mezin bike. Di nava vê demê de kurê wê Seyfettîn Tûtmaz sala 1990’î li Bedlîsê jiyana xwe ji dest da. Sîdar Tûtmaz ji televîzyonê hîn bû ku kurê wê jiyana xwe ji dest daye. Ne karîbû cenazeyê kurê xwe, ne jî alavekî kurê xwe werbigire.

GORA HEM KURÊ XWE HEM JÎ NEVIYÊ XWE DIXWAZE

Sîdar Tûtmaz ji bo gora kurê xwe bibîne, yan jî hestiyekî wî bibîne bi salan e têdikoşe. Yekane daxwaza xwe ew e ku beriya bimire li ser gora kurê xwe dua bike. Li gel kurê wê her wiha Çileya derbasbûyî li Zapê di şer de neviyê wê Sîpan Tûtmaz (Rûgeş Zinar) jiyana xwe ji dest da. Sîdar Tûtmaz anî ziman ku têkildarî neviyê xwe jî nekarî agahiyekê bi dest bixe û nekarîne xwe bigihînin cenazeyê wî.

Sîdar Tûtmaz diyar kir ku roja bihîst kurê wê jiyana xwe ji dest da polîs hatin mala wê, ew jî di nav de êşkence li gelek kesan kir û got, “Piştî ku me bûyer bihîst, polîsan yekser dor li mala me girtin, hatin li kurê me pirsîn. Wê rojê ne tenê ez êşkence li her kesên li malê kirin. Ji me re gotin, ‘Hûn Seyfettîn ji ku tînin bînin’. Qîrîna kurê min a wê rojê hîn di guhê min de ne.”

Sîdar Tûtmaz ku 34 sal in nikare cenazeyê kurê xwe û cenazeyê neviyê xwe werbigire, bi nêzîkbûna Roja Dayikan re careke din bang li rayedaran kir: ‘Weke dayikekê parçeyek ji hestî jî be ez daxwaza hestiyên kurê xwe dikim. Tenê zanibim bê li kur razaye’.

‘LI GEL MÎNAKÊN XWÎNÊ JÎ ME HÎN AGAHÎ WERNEGIRTINE’

Tûtaz qala salên derbasbûyî kir: “Piştî wê rojê ji xwe me nekarî agahiyê ji kurê min werbigirin. Em çûn me pirsîn, lê bi salan kesî bersiv nedan me. Herî dawî bi vî halê xwe di sala 2017’an de çûm Bedlîsê. Dema ku dozger çav li min ket got, ‘Tu çima hatiye?’ Min jî jê re got, ‘Kurê min bibînin’. Wî jî ji min re got, ‘Xwînê bide, piştî meheke din were kurê xwe bibe’. Lê belê sal di ser wê sozê re derbas bûn, hîn jî agahî nîne. Bi malbatî me sê caran mînaka xwînê dan, lê hîn jî em nizanin bê cenaze li ku ye.”

Tûtmaz diyar kir ku yekane daxwaza wan dîtina gora kurê wan e û got, “Yekane daxwaza me ew e ku cenazeyê kurê me bibînin û gorekê jê re çêbikin. Min hîn nekarî şîna kurê xwe dîne. 34 sal in em li vî cenazeyî digerin, 34 sal in me nekarî şîna xwe dînin. Hestiyekî bi tenê jî hebe ez razî me, tenê zanibim bê li ku ye.”

‘HESTIYEK WÊ BIBE DIYARIYA HERÎ MEZIN JI MIN RE’

Sûdar Tûtmaz dixwaze ev êşa bi salan biqede û got, “Ji bilî kurê min, cenazeyê neviyê min jî hîn winda ye. Radestnekirina cenazeyan êşkence ye. Bila dawî li vê êşkenceyê bê anîn. Weke dayikekê bi salan e ez li pey hestiyê kurê xwe me. Bi salan e em bi vê hesretê ne.

Roja Dayikan nêzîk dibe, lê belê 30 sal in weke dayikekê tenê daxwazeke min heye: Hestiyên kurê min wê ji bo min bibe diyariya herî mezin.”

‘EM AŞTIYÊ DIXWAZIN’

Sîdar Tûtmaz bang li dewletê kir, ku pêvajoya aştiyê ji dil bimeşîne, gavê biavêje û got, “Bila cenazeyê kurê min teslîm bikin. Bi salan e em ji bo aştiyê têdikoşin. Niha hevdîtin hene, em dixwazin aştî pêk were. Ji bo aştiyê bila samîmî bin, bila dewlet gavê biavêje. Bi salan e ez li du cenazeyên xwe digerim.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ESP’yiyên di greva birçîbûnê de ne: Girtîgehên bi Tîpa Bîrê ji bo her kesî xeterî ye
Nûçeya Pişt re Hozan Mizgîn li Kolnê hate bîranîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê: Em ê xizmetê ji aştiya civakî re bikin

Tevgera Ekolojiyê ya Mezoptamyayê têkildarî banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo daxuyaniyek weşand.

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Tirk bombe li gundên Minbicê barand

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku gundên kantona Minbicê şeva Çarşemê ji aliyê dewleta Tirk…

Ji aliyê Stêrk TV

HPG: Derbe li helîkoptereke Skorsky hate xistin

HPG’ê got: “25’ê Nîsanê di saet 22.00’an de hêzên me li helîkoptera ku dixwest li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Yılmaz: Li Tirkiyeyê çalakiyên aştiyane tên krîmînalîzekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Artêşa Tirk li Geliyê Reşava ya li Dêrelokê rê çêdike

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Silêmaniyê ciwanên ku tevlî berxwedana rûmetê ya Rojava bûn, bi coş hatin pêşwazîkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ciwanên Êzidî Komploya 15’ê Sibatê protestokirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?