Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du zarokên wê ji alî parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibû qetilkirin, bi daxwaza ku Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) e, ji bo darizandina faîlan û berdana Fadil Şenyaşar li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn li Enqereyê li ber wezareta dadê di roja 59’emîn de berdewam kir.
Dayikên Aştiyê û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên serdana Emîne Şenyaşarê kirin, polîsan ew asteng kirin. Ferît Şenyaşar bertek nîşanî vê da û got: “Em bi salan e çalakiya xwe didomînin. Nêzî du meh in me çalakiya xwe veguhastiye vir. Em her roj çalakiya xwe li dar dixin û heta edalet pêk bê em ê bidomînin.”
Piştî çalakiya rûniştinê ya bi ÎHD’ê û Dayikên Aştiyê re malbata Şenyaşar li vir fititrî û paşê çû Meclisê.