Yekşem, 1 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Fatma Unsal Botan: Desthilatdarî di vê pêvajoyê de MGK’ê dide pêş, ev yek cihê rexneyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 1’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sancar: Abdullah Ocalan derbasî cihê nû yê li Îmraliyê hatiye çêkirin bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiya Dr. Zeyneb Silêmanî ya girtî giran e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Samsunê ‘Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê civîna gel hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Em ê nirxên ku şehîdan bi fedakariyê afirandin her tim biparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi merasîmeke heybet 7 şehîdên Şengalê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan car din edalet xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlaya YJA Starê Rojbîn Sonmez hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şehîdên me siberoja me ronî kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo kurê xwe yê bûye mexdûrê tiryakê têdikoşe: ‘Ciwanên me ji vê jehrê rizgar bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Têkoşîna kedê ya li dijî kapîtalîzm û mêtingeriyê’ hat axaftin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Elîf Aslan jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Jinan: Divê em aştiyê mîsoger bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana Voce Arcaica ya ku ji bo Nagîhan Akarsel tê lidarxistin wê di 7’ê Mijdarê de li Romayê be

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E û KON-MED’ê li dijî qirkirina jinan pêngava têkoşîna civakî da destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê mirina bi guman a jinek

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Dayikên di Nobeda Edaletê de ne: Em xwedî li Meşa Azadiyê derkevin
Rojane

Dayikên di Nobeda Edaletê de ne: Em xwedî li Meşa Azadiyê derkevin

Dayikên ku li Amedê di Nobeda Edaletê de ne gotin, "Em daxwaza azadiya Birêz Abdullah Ocalan dikin. Armanc ji Meşa Azadiyê edalet, wekhevî û mirovahî ye. Bila her kes xwedî li Meşa Azadiyê derkevin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Sibat 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Meşa Mezin a Azadiyê ku ji bo balê bikişîne ser polîtîkaya tecrîdê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Ocalan di 1’ê Sibatê de li Wan û Qersê destpê kir, dewam dike. Baskên Qers û Wanê yên Meşa Mezin a Azadiyê wê di 13’ê Sibatê de bigihêjin Amedê.

 

Dayikên di Nobeda Edaletê de ne ji ANF’ê re axivîn, ji bo şikandina tecrîdê işaret bi girîngiya têkoşînê kirin û ji bo xwedîderketina li Meşa Azadiyê bang kirin.

ARMANC JI MEŞÊ EDALET, WEKHEVÎ Û MIROVAHÎ YE

Meryem Soylû anî ziman ku çalakiyên li dijî tecrîdê hatine destpêkirin girîng in, divê her kes piştgiriyê bidin û got, “Ez ji vê derê têkoşîna li girtîgehan silav dikim. Em li vê derê di Nobeda Edaletê de ne. Di nobedê de jî yekane tişta ku em dibêjin aştî û edalet e. Sîstem divê daxwazên dayikan bi cih bîne. Êdî ji niha û pê ve nikare îradeya gelê Kurd bişikîne. Dijmin çi dike bila bike wê nikaribe îradeya gelê Kurd bişikîne. Sîstem êdî neçar e ku bi gelê Kurd re li dora maseyê rûnê. Ez hevalên me yên ji bo edaletê dest bi meşê kirine û têdikoşin silav dikim. Meşa wan gelekî girîng e û berxwedaneke mafdar e. Armanc ji meşê edalet, wekhevî û mirovahî ye.”

HETA KU GIRTÎ HEMÛ BÊNE BERDAN EM Ê TÊBIKOŞIN

Meryem Soylû ji bo Meşa Azadiyê banga tevlîbûnê kir ku 13’ê Sibatê wê bigihêje Amedê û got, “Divê em hevalên xwe yên dest bi meşê kirine bi tenê nehêlin. Ji vê derê bang li gelê Amedê dikim; 13’ê Sibatê her kesên ku ji xwe re dibêje ‘Ez Kurd im’ divê dest ji karê xwe berde û piştgiriyê bide Meşa Mezin a Azadiyê. Wê rojê divê bi hezaran kes li hev kom bibin û piştgiriyê bidin têkoşîn û meşê. Ji ber ku ev meş meşa azadî, edalet û yekîtiyê ye. Ev meş ne tenê ji bo Kurdan e, di heman demê de ji bo gelên Tirkiyeyê ye. Em qala tecrîdê dikin; tecrîd ne tenê li zindanê ye her wiha bandor li tevahiya gelê Kurd kiriye. Werin em ji bo edalet û aştiyê di 13’ê Sibatê de li qadan bin, bi hev re bimeşin. Em êdî mirinê û barîna rondikên çavan naxwazin. Her kes baş zane ku mifteya wekhevî û azadiyê li Îmraliyê ye. Her tişt bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan destpê dike, bi wî diqede. Divê gelê me bi vî rengî li têkoşînê binihêre. Heta ku Rêberê Gelê Kurd û girtî hemû bêne berdan em ê têkoşîna xwe dewam bikin.”

EM DAXWAZA AZADIYA BIRÊZ ABDULLAH OCLAAN DIKIN

Endama Rêveberiya Bajarê Amedê ya DBP’ê Muşeher Ulker ku tevî dayikan di Nobeda Edaletê de ye, bal kişand ser girîngiya Meşa Azadiyê ya ku 1’ê Sibatê destpê kir û got, “Em dayik ji bo edaletê bi rojan e li vê derê di nobedê de ne. Em daxwaza azadiya Birêz Abdullah Ocalan dikin. Ev çalakiyên me yên ji bo şikandina tecrîdê destpê kirin îro mezin bûne. Meşa Mezin a Azadiyê ji du baskan destpê kir. Meşa Azadiyê di 13’ê Sibatê de wê bigihêje Amedê. Meş heta warê Birêz Ocalan wê dewam bike. Sed sal in zilm û zexteke giran li gelê Kurd tê kirin. Em ew Kurdên berê nînin. Meşa ku hatiye destpêkirin meşa aştiyê ye. Bi salan e em nikarin agahiyê ji Rêberê xwe werbigirin. Armanc ji meşê şikandina tecrîdê ye. Her kesên ku daxwaza aştî, edalet û wekheviyê dikin divê tevlî vê meş û têkoşînê bibe. Weke dayik, yekane daxwaza me aştî ye. Bila êdî her kes rabe ser piyan, têbikoşin û piştgiriyê bidin hev.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Riza Turmen: Divê tevgera hemwelatîbûnê were avakirin
Nûçeya Pişt re Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê: Divê her kes beşdarî Kampanyaya Azadiyê bibe
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

KNK: Dem, dema yekrêzî û pêkanîna yekbûnê ye

KNK’ê ji bo pîrozkirina Newrozê bang kir û got: ‘’Bangawaziya me ev e ku hemû…

Ji aliyê Stêrk TV

ÎSÎG: Di nava 13 salan de herî kêm 852 karkerên zarok jiyana xwe ji dest dane

Li gorî rapora Meclîsa ÎSÎG’ê di navbera salên 2013 û 2026’an de herî kêm 852…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Rêber Apo xwişk û biratiya gelan xurt dike’

Ji civaka Suryan Dr. Ezîz Ahê diyar kir ku Rêber Apo tevî ku di şert…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Fatma Unsal Botan: Desthilatdarî di vê pêvajoyê de MGK’ê dide pêş, ev yek cihê rexneyê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 1’Ê MIJDARA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Sancar: Abdullah Ocalan derbasî cihê nû yê li Îmraliyê hatiye çêkirin bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rewşa tenduristiya Dr. Zeyneb Silêmanî ya girtî giran e

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?